Serdema kevir a Efrîkî di heman demê de serdemeke hestiyan jî bû. Dibe ku ev weke henekê bi we bê, lê bi bermahiyeke ji beriya 90 hezar salan, êdî em pê dizanin ku hîna hingê jî mirovên li Efrîkayê hestî tûj kirine, û ne tenê weke kêrê, lê weke kêra serî jî tûj, jê amûr çêkirine. Ev amûrên hanê ji parsûyên heywanên nêçîra wan kirî hatine çêkirin.
Çanda Efrîkî ya Ateryan ku qederê beriya bi 145 hezar salan derketiye holê, bi xwexwedîkirina ji masiyan xurt kir. Di encama plankirina stratejîk a mana li jiyan û dinyayê, wan amûr çêkirin. Li gorî êdî em dizanin, mirovan ji ya berê dihat texmînkirin, zûtir dest bi çêkirina amûran kiriye.
Di kolanên li şikefta Dar es-Soltan 1 de ku nêzî peravên Atlantîkê yên Mexrebê ye, sala 2012´an kêra ji hestî hat dîtin. Jeoarkeologê ji tîma ev kêr dîtî, Abdulcelîl Bûzûggar û antropologa biyolojîk Silvia Bello ji Londonê li ser vê kêrê lîkolîn kirin. Axir, kêr qederê 90 hezar salî kevin e.
Ev krê ji parsûyên heywanên bi qasî dewaran mezin hatiye çêkirin. Mirovan ev parsû jê dikirin, dikirin du qet. Paşê her parçeyek dikirin kêreke serî jî tûj a qederê 13 santîman dirêj.
Li gorî delîlên bidestketî Ateryanan ev kêr ji bo materyalên sivik ên weke çerm bikar aniye. Bello dibêje, “Ji bo çi bi kar anîbin bila anîbin, sinetkarên ev amûr çêkirî, gelekî şareza bûn.”
Beriya niha jî du kêrên din li vî aliyê Mexrebê hatibûn dîtin û lêkolîner bawer dikin ew jî 90 hezar salî ne.
RABAT