Di mîhrîcanê de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tên bîbîranîn. Mihrîcanên îsal 16’ê Hezîranê li Fransa, 23’ê Hezîranê Avusturya, 30’ê hezîranê Almanya û 1’ê Tirmehê jî li Swîsreyê tên lidarxistin. Mîhrîcan bi dirûşmeya ‘Azadiya serokatî azadiya me ye, An azadî An azadî’ dest pê dikin.
16’ê Hezîranê li navçeya Sarcellesa bajarê Parîsa Fransayê li navenda spora Nelson Mandelayê 6’emîn Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Engîn Sîncer ji bo biranîna gerîlayên HPG’ê Wedat Aydin Nefs (Welat Serhed) û Huseyîn Akdogan (Armanc Kerboran) tê lidarxistin. Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de dê musabaka bên çêkirin. Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan dê axaftineke bike. Di konsera girtinê de jî Hozan Comerd, Erol Berxwedan, Silbûs û Tarî, Nûarîn, Koma Hîvron, Seyda Perînçek, Halît Bîlgîç, Alî Gul û Burhan Karataş dê derkevin ser dikê. 23’ê Hezîranê li bajarê Graza Awusturyayê 7’emîn Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Amara ji bo biranîna 15 gerîlayên jin ku di meha Adarê de li Bêdlîsê jiyana xwe ji dest dan tê lidarxistin. Malbata şehîd Amara û ji BDP’ê parlementerek ji wek mêvan dê tevli bibin. Di beşa çand û hunerê de jî hunermend Eylem, Erol Berxwedan, Seyda Perînçek, Hemê Hecî, Çetîn Oraner, Halît Bîlgîç, Hawar Komo, Koma Azadî û Koma Dem dê bi stranên xwe reng bidin mîhrîcanê.30’ê Pûşperê li bajarê Bonn a Almanya Sportpark Pennenfeldê dê 15’emîn Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Mazlûm Dogan ji bo biranîna endamê konseya rêvebir a KCK’ê û Koordînasyona Komalên Ciwan Emrah Bayer (Baz Mordem) tê lidarxistin.
Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de pêşbazî dê pêk bên. Yek ji çalekgerên greva bîrçîbûnê a ku li bajarê Strasbourga Fransayê hatibû destpêkirin, rojnamevan û nivîskar Fuat Kav jî dê axaftineke bike.Di mihrîcanê dê di beşa hunerê de jî Koma Çarnewa, Grup Munzur, Hozan Jala, Bengî Agirî û Jan Jiyan derkevin ser dikê.1’ê Tirmehê li bajarê Basel a Swîsrê Sportplatz Rankhofê 7. Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Hasan Kiziler dê bê lidarxistin. Di mihrîcanê de dê di gelek beşên sporê de musabaka bên çêkirin.
PARÎS