Li gor nûçeya Free Press dispêre çavkaniyên sîxûrî yên Rojavayî, tê diyarkirin ku ev daxuyaniyên Esad hişb ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de xirabtir bibin û rageşî mezin bibe.
Di nûçeya rojnameya ya bi îmzeya nûçegihanê Rojhilatanavîn Samuel Segev de tê diyarkirin ku Erdogan hişyarî da û di 9’ê tebaxê de jî Davûtoglû şande ba Esad. Li gorî nûçeyê, wê Davûtolgû nameya Serokkomar Abdullah Gul bidaya Esad û dibêje; “Ev şansê dawî bû ku wê Tirkiyeyê bidaya Esad. Lê beriya hevdîtinên atmosfer aşkere bû.”
Şêwirmenda siyasî ya Esad, Dr. Bouthina Şaban der barê bendewariyên “Davûtoglû bi peyameke tund diçe Şamê” de gotibû; Ger Wezîrê Derve yê Tirk peyameke tund bîne Şamê, li hemberî kuştinên polîs, sivîl û leşkeran a ji aliyê komên terorîst ên çekdar ve bê deng bimîne û cinayeta şermezar neke, wê li gorî helwesta Tirkiyeyê, bersiveke tundtir werbigire.”
Davûtoglû di vê atmosferê de çûbû Şamê û ligel Esad bi qasî 6 seatan hevdîtin pêk anîbû. Hat diyarkirin ku Esad di kêliyên dawiyê yên hevdîtinê de got; “Êdî serdema padîşahên Osmaniyan qediya. Sûriye tu carî li şûna nasnameya Ereb, din ava Osmaniyan de cih nagire. Enqere nema êdî dibe navenda biryaran a Ereban.” Ev gotinên Esad dihatin wateya qedandina têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê.
ANF/ ENQERE