´Dirêjî malbata Erdogan dibe´
Şaxa malî ev du sale ji bo operasyonê amadekariyan dike û bi dehan hewalekirina pereyên bê usul, ruşvetê tespît kiriye. Amûrên dîrokî yên Qesra Topkapi, ji bo şêxên Ereb wek diyarî hatine şandin û di nava van de jî hinek amûrên gelek girîng hene. Der barê çar wezîrên AKP’ê de dozger fezleke amade kir û hat diyar kirin ku vê dê bişînin Serokatiya Meclisa tirk. Îdia hene ku dema wezîrekî AKP’ê 1.5 mîlyon dolar ruşvet digirt hatiye kişandin. Ruşvet ji aliyê karsaz Reza Zarrab ve tê dayîn. Şaredariya Fatîhê qadê sît, bi awayekî der qanûnî ji Îmarê re vekiriye û erezaiyên ku TURGEV’ê re ku malbata Erdogan di rêveberiya wê de ye, hatiye tahsîskirin. Kurê Erdogan Bîlal Erdogan û keça wî Esra Albayrak di rêveberiya weqfê de ye û ev weqf jî ketiye dosyaya lêpirsînê.
Li dijî cemaatê operasyon
Pevçûnên di navbeta AKP’ê û cemaate Fetullah Gulen de kur dibe. Piştî ku 52 kes di operasyona gendeliyê de ji milê AKP´ê hatin girtin, vê carê operasyonê li dijî emniyetê destpê kir. 5 mudurên Şaxên girêdayî Muduryeta Ewlehiyê a Stenbolê ji erk hatin girtin. Hat ragihandin ku kesên ji erk hatîne dur xistin, mudûrê Şaxê Maliyê Yakub Saygili, Mudûrê Şaxê Qaçakciyê Tugrul Turhal, Mudûrê Şaxê Organîzeyê Nazmî Ardıç, Mudûrê Şaxê Têkoşîna bi Terorê re Omer Kose û Mudûrê Şaxê Asayîşê Ertan Erçikti ne.
DİHA/ANKARA