Di rewşa ku li bajarê Serêkaniyê derketiye holê de heke Kurd nebin xwedî yek helwest û li dijî van çeteyên kirêkirî ranewestin dê rewşa aram a bajarên Kurdan yek bi yek ji dest here û li şûna xwe bajarên wêrankirî û koçberiyê bîne. Ew yekhelwestî ne tenê ji Kurdên Rojava lê piştgiriya Kurdên başûr û bakur jî gelekî girînge. Niha dora wan hatiye ku hinekî deynê di stûyê xwe de yên birayê xwe yê biçûk lê vegerînin.
Bila kes xwe nexapîne û mehneyan ji Artêşa Hur re jî nebîne ku haya wan ji van komên çekdar tune ye an jî bê dilê wan derbasî van bajaran bûne. Heke heya we ji wan tunebe ewqas çekên giran û tankên dewletê ji ku bi dest xistine. Heke haya we ji wan tuneye çawa hûn berdevkê muxalefeta çekdar a Sûriyeyê ne. Heke hayê we ji wan tune ye çima hûn destwerdana rewşê nakin û êrîşên wan ên ku di serî de xizmeta rejîma Sûriyeyê dikin ranawestînin. Hûn li hember xirakirina hêlîna koçberên Sûriyeyê bê deng dimînin?
Muxalefeta Sûriyeyê ya çekdar ku ji aliyê welatên Kendavê û Tirkiyeyê tê destekirin dest ji şerê xwe yê li dijî rejîmê û qaşo bajarên ku ji sedî 70 di bin destê wan de ye berdane û berê xwe dane herêma Kurdan. Ev artêşa ku qaşo ji bo hilweşîna rejîma Sûriyê tê dikoşe, her ku diçe rastiya wan komên çekdar derdikeve û bi tenê dibin alavek di destê welatên ku piştgiriya wan dikin. Tirkiyeyê ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê de ya ku bi rengekî aştiyane dest pê kir bi piştgiriya Qeter û Siûdiyê komên çekdar ên xerîb û çek derbasî Sûriyeyê kirin û serhildana gel hêdî hêdî ber bi çekdariyê ve kişandin. Bê guman ev yek herîz êde li hesabê rejîma Sûriye jî hat û bû mehneyeke baş da ku bi kuştin û tundiyê serhildana gel biçewsîne.
Welatên ku van çekdaran destek dikin û bi taybetî Tirkiye gelek caran hewl da ku berê vî şerî bide guhertin û berê şervan û komên çekdar bide herêma Kurdan ya ku di nava vê serhildanê de bûbû cih û lûsê bi hezaran koçberên ku ji ber şer reviyabûn.
Tevgera gelê Kurd jî ji destpêkê vê şoreşê bi reng û dengê beşdar bû û nexwest ku bibe aliyekî v îşerê ku ji bilî kuştin û wêranî û koçberiyê nayne ji gelê Sûriyeyê re.
Lê ev yek li hesabê Tirkan nehat û her dixwazin nakokiyan di navbera Kurd û Kurdan de çêbikin û piştî ku hemû planên wê heta radeyekê vala derketin niha jî dixwaze Kurd û ereban bîne hemberî hev. Ev helwesta hikûmeta Tirk a bi armanca têkbbirina rewşa Kurdan a aram tê xwestin ku herêma Kurdan vala bibe Kurd bên kuştin û koçber bibin da ku li herêma xwe nebin xwedî statuyekê.
Hikûmeta Tirk û çekdarên ku şerê xwe anîne bajarê Kurdan bi tenê xizmeta rejîma Sûriyeyê dikin û dibin alavek ji hikûmeta Tirk re ku bajarên Kurdan vala bikin û xelkê wê koçber bikin.
RIZOYÊ XERZÎ