Endamê çeteyê DAIŞ‘ê Taner Sabrî Gorenoglû di gelek mijaran de li xwe mikur hat û ya herî girîng jî ew e, dibêje, qaşo xelîfeyê nû yê DAIŞ’ê Haci Abdullah li Tirkiyê ye.

Gorenoglû dibêje, kuştina Bagdadî li hesabê dewleta Tirk hatiye, lewma Bagdadî ji hatine helîkopteran agahdar nekiriye û serê nû wê xwe nêzî Tirkiyê bike.

 Haci Abdullah wê aqîdeya DAIŞ’ê biguherîne û wê nêzî Tirkiyê û El Qaîdeyê bike. Dewleta Tirk jî wê DAIŞ‘ê li dijî Kurdan nexasim li dijî PKK’ê bi kar bîne.

BÊRÎTAN SARYA / RIMÊLAN

Taner Sabrî Gorenoglû ku di sala 2009’an de bi rêya çeteyê DAÎŞ’ê Leys Abûş ê li Tirkiyeyê nas kir di sala 2014’an de tevlî DAÎŞ’ê bû û bi xelîfeyê nû yê DAÎŞ‘ê Emîr Mûhammed Abdul Rahman el Mevla el Selbî (Haci Abdullah) re xebitî, li xwe mikur hat û agahiyên girîng da.

Gorenoglû diyar kir ku di Tebaxa 2017’an de bi fermana El Selbî hewl da derbasî Tirkiyeyê bibe û îdîa kir ku El Selbî û 2 zilamên nêzî wî beriya wî derbasî Tirkiyeyê bûn. Gorenoglû destnîşan kir ku kuştina Bagdadî herî zêde wê bi kêrî Tirkiyeyê bê û got, “Piştî Bagdadî kesê herî xurt Haci Abdullah e. Haci Abdullah kesekî Tirkmen e. Hema bêje temamê Tirkmenan jî nêzî Tirkiyeyê ne. Ev rewş bi kêrî îstîxbarata Tirk tê…Haci Abdullah wê aqîdeya DAÎŞ’ê biguherîne. Wê li pêşberî Tirkiye û El Qaîdeyê hîn nerm be. Wê xwe nêzî Tirkiye û El Qaîdeyê bike, bi wan re peymanan çêke.”

‘Hecî Abdullah li Tirkiyê ye’

Taner Sabrî Gorenoglû li xwe mikur hat ku xelîfeyê nû yê DAÎŞ‘ê Haci Abdullah tevî zilamên xwe li Tirkiyeyê ye û got, “Ez zanim ku Haci Abdullah di meha 2’emîn a sala 2017’an de çû Idlibê û wê ji wir biçûya Tirkiyeyê. Ew, Mûrat Qardaş û Leys Abûş wê biçûna Tirkiyeyê. Min ev yek ji Leys Abûş bihîst. Leys Abûş got ‘Em ê biçin Tirkiyeyê’. Min jî jê pirsî ‘wê çi bi min bê?’. Wî jî got, ‘Em ê bi rêya notekê ji te re bêjin ku tu yê kengî derkeve’.”

Li ser pirsa ‘Gelo nabe ku li Idlibê mabe?’ Gorenoglû got, “Ne bawer im ku li Idlibê mabe. Idlib qad şer e. Lingên Haci seqet e, zehmetiyê dikişîne. Her wiha ew girîng dide ewlekariya xwe. Li Idlibê di nava OSO û komên din ên cîhadîst de gelek sîxurên Emerîkayê hene. Ji ber wê yekê Idlib ewle nîne. Ji bo Haci devera herî ewle Tirkiye ye. Li Tirkiyeyê bi rengekî veşartî tevdigere. Xwe ji Erdogan venagire, lê xwe ji Emerîkayê vedigire.”

Taner Sabrî Gorenoglû diyar kir ku çend meh piştî Haci Abdullah û zilamên wî ji bo derbasî Tirkiyeyê bibin çûn Idlibê, mîna ku Leys Abûş jê re got ferman jê re hat ku ew jî derbasî Tirkiyeyê bibe û got, “Li ser fermana Haci Abdullah min hewl da derbasî Tirkiyeyê bibim. Notek ji min re şandibûn. Di notê de digotin ku di meha 8’an de derbasî Tirkiyeyê bibe, wezîfeyên nû hene. Ez jî tevî malbata xwe bi sivîlan re ji Ebû Haşabê derketim û di herêma YPG’ê re derbas bûm. Kengî 6 rojan li Minbicê mam Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ez girtim.”

‘Haya Tirkiyê ji hatina helîkopteran hebû’

Gorenoglû destnîşan kir ku kuştina Bagdadî herî zêde bi kêrî Tirkiyeyê hat û got, “Eger Bagdadî bê kuştin, kesê bikeve şûna wî kî ye? Bêguman Haci Abdullah e. Haci Abdullah jî Tirkmen e. Hema bêjin temamiya Tirkmenan nêzî Tirkiyeyê ne. Ev yek bi kêrî îstîxbarata Tirk tê. Ji xwe eger tevî ku bi hatina helîkopteran zanîbûn agahî nedan Bagdadî, ev yek tê wê wateyê ku xwestin Bagdadî bê kuştin û zilamê wan bikeve şûna wî.

Yê ku DAÎŞ esasî bi rê ve dibir ne Bagdadî bû. Yên ku Bagdadî jî bi rê ve dibirin, yên ku aqil didan wî Tirkmenên Iraqî bûn. Mînak Leys Abûş, Haci Abdullah, Haci Abdulnasir di nava DAÎŞ’ê de xwedî wezîfeyên mezin bûn. Yanî esasê DAÎŞ’ê Tirkmen in. Her kes zane, çi sivîl be çi jî DAÎŞ’î be Tirkmen hemû ji Erdogan û DAÎŞ‘ê gelekî hez dikin. Kes nizane ku çiqas endamên îstîxbarata Tirk di nava Tirkmenan de hene. Hemû aşiqê Tirkiyeyê ne.”

‘Li dijî PKKʼê bi kar bîninʼ

Gorengolu diyar kir ku wê DAIŞ dema bê xwe nêzî Tirkiye û El Qaîdeyê bike û got, “Wê bi wan re li hev bike. Ew ê jî vê yekê weke firsendê bibînin û li dijî PKK’ê bi kar bînin. Wê bêje ‘Dijminê me hevpar e, were em li dijî PKK’ê tiştekî bikin’. Ji xwe Ebû Hanzala jî berê mirovên ku dixwestin tevlî DAÎŞ‘ê bibin ji wan re digotin ‘Werin em li dijî PKK’ê dest bi cîhadê bikin’ û ew digirt. Polîtîkaya dewleta Tirk ev e, dixwaze li dijî PKK’ê bide şerkirin.”