Dawiya her xebatê hinekî bizehmet e. Bidawî kirina her karî, jixwe di xwezahiya xwe de gelek bi zor û zehmetiyê ve encam dide. Encamdan, taç lixwekirina wî karî bixwe ye. Bi dawîbûnê ve, hemû ked, hemû plan, hemû armanc di nav xwe de pêk tê, digihîje rasteqîniya xwe. Ji ber vê yekê jî karên dawî, ji her asta heman karî wêdetir giran û girîngtir e.
Qasî ceribandinên ku li dîrokê qewimîne û em dibinin, dixwînin û têdigihîjin, ev yek her wisa hatiye ceribandin. Di qada siyasetê de jî, di şerê de jî, her wiha çi hûner be, çi wêje, an jî karekî debarkirin, an jî şixuleke malbatî yê zeviyê be jî, bidawîkirina her berhemê li ser ev esasê dimeşe û her wisa bûye.
Gelek şexsiyetên binavûdeng hene, ku hunermend be, şaîr, siyasetmedar û nivîskar be, her wiha şervan û kesên maceraperest jî, tu ferq nîn e, karên xwe yê herî girîng bi hêsteke hendazetiyê ve diparêzin û ji dawiyê re dihêlin. Her dem di kîsê wan de şixulek hê ji derveyî re veşartî heye, ku ew şixul di heman deme de karên wan ê jiyanî ye; ku dê bêjin, “ev yek karê jiyanê min e, li demê dinihêrim, gava ku dema gav avêtinê hat, ezê jî dest bi vî karê xwe bikim”.
Heke em şoreşa Kurdistan jî wek kesayetek, wek hunermendek bihesibînin, em dikarin bejin şoreşa Kurdistan hê gotina xwe yê dawî venegotiye, aşkere nekiriye û rayî ji her kesî re nekiriye. Şerê xwe ya dawî nekiriye, siyaseta xwe ya dawî nemeşandiye, gavê xwe ya dawî neavêtiye, strana xwe ya dawî hê nestra ye. Dengê wê ya dawî hê nehatiye bihîstin. Awaza wê ya veşartî hê neçûye guhê tu kesekî jî...
Belê çend nîşaneyên xwe diyar kirine, wek mînak li hin deveran û li hin wextan mercên pêwist xwe ferz kirine û li gor pêdiviyan em bêjin li Kobanê, li Zapê, li hin cihan rengê xwe yên şervantiyê; li çend wext û çend dem nîşaneyên xwe ya siyasetmedartiyê, hêzên xwe ya ramangeriyê û hêstên xwe ya mirovantiyê û her wiha şêwazên xwe ya nêrîna dunyayê raxistiye ber çavan û rayî muxatabên xwe kiriye, lê wekî ku me got ya muhîm ya mayîn ye...
Ji wê wêdetir, diyar e, her kesên ku li himberî tevgera Kurdistan in, ango muxatabên wê, ango desthilatdaran jî gotinên xwe yên dawî hê negotine. Wisa xuya dibe ku ji bo bi rêyeke aştiyane çareserî hê ji xwe re nedane qebûl kirin, hê di dilên xwe de ev yek nepejirandine. Çend lîstikên pejirandinê dane xuyandin lê  xwe bi xwe jî pê xwe hesiyane ku heke hêzên xwe yê dawî dernexin holê û neşuxulînin, nedin şixulandin, zû bi zû ev pêvajo naçe sêrî û encam nagire, bidawî nabe... Ji ber vê yeke ez dibêjim bila her kes ji bo gotinên dawî, dengen dawî, şerê dawî, hemleyên dawî, rasteqîniya dawî re bila her kes amade be. Çi ku ev pêvajoya dawî, ber bi rêyeke wisa ve diçe...