FETHÎ BALAMAN / MA/ÊLIH
Tevî hemû hewldan û dijderketina rêxistinên civakî yên sivîl jî hikumetê di ya xwe de israr kir û Bendava Ilisû çêkir. Serê gewma Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê û bajarê qedîm û dîrokî di bin avê de dimîne.
Di meha tebaxa 2019’an de deriyên Bendava Ilisûyê bi temamî hatin girtin û ava çemê Dîcle û Botanê dest bi pengarê kir. Ava Bendava Ilisûyê gihîşt navçeya qedîm û dîrokî Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salî. Tê payîn ku tevahiya Heskîfê heta meha sibatê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne.
Bi pingara ava bendavê re nêzî 200 cih û warên girêdayî Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê di bin avê de man. Niha jî av gihîşt Heskîfa dîrokî û gelek şûnwarên dîrokî di bin avê de man. Bi gewmîna avê re wê navenda Heskîfa kevn û gelek şûnwarên din ên dîrokî jî di bin avê de bimînin. Wê av bigihîje ber Keleha Heskîfê ku bi betonê bend jê re hatiye çêkirin.
Ji niha ve gelek dar û şikeft di bin avê de man. Li hin cihan kûrahiya avê gihîştiye 8 mîtroyan û firehiya wê jî bi qasî 25 metroyan e.
Li Heskîfê hêj cihê ku av negihîştiyê bi makîneyên kar jî hilweşandin dewam dike.
Li gorî daneyên Koordînasyona Heskîfê; bi bendavê re wê 289 girik ku dîroka wan qasî Heskîfê ye, 400 kîlometre ekosîstem, bi milyonan ruhber û 200 cih û warên xelkê wê di bin avê de bimînin û tê payîn nêzî 80 hezar însan ji herêmê koç bikin.