Hackerên Kurd, bi boneya salvegera Qetlîama Roboskiyê, 122 malperên AKP-dewletê hack kirin. Mezopotamia Hackers, Arî Hack Team û Cmg Team, daxuyaniyek nivîskî dan, destnîşan kirin ku ciwanên Kurd wê di ti qadê de li dijî êrîşên AKP’ê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Bi armanca destekdayina berxwedana gelê xwe û ji bo Qetlîama Roboskiyê nedin jibîrkirin, 122 malperên TC-AKP a faşîst ji hêla me hatine hackkirin. Mobad Hack Team a ku wek Gençlik Hacker Team di yekîneya me de xebat dikir, ji niha û şûn de wê wek Arî Hack Team çalakiyên xwe bidomîne.”
FRANKFURT