Şer û pevçûnên li herêmên Helebê hîna dewam dikin. Di heman demê de ji ber şer û pevçûnan welatiyên herêmê malên xwe li cih dihêlin û koçber dibin. Herî zêde welatiyên bajarokên wekî Ezaz, Til Rifet û Kefer Nasih ji ber şer ber bi kantona Efrînê ve koçber dibin.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji rayedarên Asayîşa kantonê wergiritî doh ji danê sibê ve zêdeyî 2 hezaran malbatên koçber gihiştin kantona Efrînê. Koçber berê xwe didin kampa Rûbar a li gundê Basilê ya li navçeya Şêrawa ya Efrînê. Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo bicihkirina malbatên koçber bi hemû hêza xwe tevdigere û li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariyan pêşkêş dike.
EFRÎN