Di pevçûnê de şervanekî YPG’ê û welatiyekî jî jiyana xwe jidest dan. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtingirtine, hêzên rejîma Baas di saetên êvarê de li taxa Kellasê ya Hesekê êrîşî bendeke YPG’ê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv da û şer derket. Hate gotin ku di encama şer de 7 leşkerên rejîmê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Di pevçûnan de şervanekî YPG’ê û welatiyekî sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 welatî jî birîndar bûn. Hêzên rejîmê di heman saetan de êrîşî benda Asayîşê ya li taxa Til Hecer jî kirin. Di êrîşê de 2 endamên asayîşê birîndar bûn. Li ser bersivdayînê, hêzên rejîmê paşve reviyan.
HESEKÊ