Kesê 2 endamên rêxistina tundrew a olî yên roja Pêncşemê li Belçîkayê di serdegirtina polîsan de hatin kuştin pê ve girêdayî ne, hatiye tespîtkirin. Li gorî medyaya Belçîkayê kesê serkêşiya hucreya mijara gotinê dike, beriya demeke kurt li Tirkiyeyê bû û dibe ku hînê jî li Tirkiyeyê be. Ji 13 kesên di roja Pêncşemê de hatin binçavkirin jî lêpirsîna der heqê pênc ji wan dewam dike.

Lîderê wan li Tirkiyê ye?

Li gorî rojnameya La Dernière Heure ya li Belçîkayê weşanê dike, lîderê hucreya li Verviersê hat têkbirin kesekî bi navê Abdulhamîd Abaaûd e. Ev kesê mijara gotinê ji aliyê îstîxbarata Belçîkayê ve bi alîkariya rêxistina îstîxbarata navxweyî ya Amerîkayê FBI ve tê şopandin. Di nûçeya rojnameya La Dernière Heure ya xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê de hat ragihandin ku Abaaûd li Sûriyeyê tevlî çeteyên DAIŞ‘ê bûye. Televîzyona VTM jî da zanîn ku Abdûlhamîd Abaaûd, li gel encamên hucreya Verviersê di dawiya meha Kanûnê de li guhdarîkirina telefonê aliqî ye.

Çapemenî digre rojeva xwe

Di nûçeya rojnameya La Dernière Heure de hat destnîşakirin, ku pêkane Abdûlhamîd Abaaûd hînê li nava Tirkiyeyê be. Rojnameyê da zanîn ku Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê ev îdîa ne piştrast kiriye ne jî derewandiye. Endamê DAIŞ‘ê ku li gorî hin çavkaniyan li Sûriyeyê, li gorî hin çavkaniyan li Tirkiyeyê ye, di vîdeoyên propagandayê yên çeteyan de navekî tê naskirin e.
Piştî operasyona li hemberî hucreya DAIŞ’ê ya roja Pêncşemê, li Belçîkayê tedbîrên ewlekariyê di asta herî bilind de ye. Di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de, yekîneyên artêşê piştî 30 salan yekemcar ji bo destekkirina polîsan daketin kolanan. Muzeya Yahûdî ya di Gulana par de li Brukselê rastî êrîşê hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê yekîneyên leşkerî ve dihat parastin.


 ANF/BRUKSEL