Hêzên rejîma Îranê pêr bi şev êrîş bire ser kolberên li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Di encamê êrîşê de kolberek hat kuştin û du kolber jî birîndar bûn.
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Hewramanê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, şevê din li kolberan gule reşandin. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de kolberekî ji zikê xwe derb xwarî, mir û 2 kolber jî hatine birîndarkirin.
Kolberê ji zikê xwe birîndar bûyî, dema ku hevalên wî ew dibirin Nexweşxaneya Merîwanê, di rê de mir. Hate gotin kolberên birîndar yek jê ji gundê Bîndolê û yê din jî ji gundê Saralê ye.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di navbera Nîsana 2016’an û Nîsana 2017’an de li ser sînorê Başûr û Rojilatê Kurdistanê di encama êrîşên pasdarên Îranê, aşût, werbûna ji lat û zinaran, û li ber çûna avê de 96 kolber mirin û 64 kolber jî birîndar bûn.
MERÎWAN