Tokatli bi awayekî zelal nîşan dide ku sîstema serokatiyê ya Tirkiyeyê (a la turca) ne sîstemeke bi rastî ya serokatiyê ye û tenê navê wê wisa ye. Ew rave dike ku serokdewletê Tirk bi tena serê xwe dikare di rewşên awarte de qanûnan çêke û hema hema kontroleke mutleq li ser hiqûqê jî heye.
Rojnamevan, weşanger û akademisyen Îsmaîl Kupelî, piştî pirtûka bi edîtoriya wî ya li ser Kobanî ya sala 2015´an niha jî bi edîtoriya wî pirtûkek ku balê dikişîne ser rewşa Rojava, êrişên Tirkiyeyê li dijî Rojava, dagirkeriya wê, dewra gotarên elaqedarî Rojava di siyaseta hundir a Tirkiyeyê de derçû. Di pirtûka 127 rûpelî de ji bilî wî, nivîsên Rosa Burç, Meral Çinar, Axel Gehring, Alp Kayserilioglu, Kerem Schamberger, Mahir Tokatli û Michael Wilk hene.
Weke hemû pirtûkên wî, ev pirtûka wî jî ji edition assemblage derketiye. Di gotara destpêkê de Kupeli, îşaret bi wê yekê dike ka çawa tevahiya siyaseta Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn, piştî geremolekê veguheriya, “Bila Kurd têk biçin, ya din ne mesele ye”. Li gorî wî piştî serketina hilbijartinan a HDP´ê ya Hezîrana 2015´an, Erdogan û AKP´ê siyaseta xwe bi temamî guhertiye û pê re jî siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn jî. Kupeli digihîje wê encamê ku ya Erdogan dike ew e ku bi “arîşeya/bihevketina misêwa” desthilatdariya xwe dewam bike.
Herçî Rosa Burç e, ew di gotara xwe de berê xwe dide Xweseriya Demokratîk weke alternatîfeke bê dewlet li Rojava û li Bakurê Kurdistanê. Burç dem vê dike bala xwe dide ser tecrûbeya Kurdan a bi dewletên netewe re, hewldanên Tevgera Rizgariya kurdan ên manê li dijî qirrkirinê, berxwedan û sehrhildanên wê û dibêje, herî dawî Tevgera Kurd di şexsê Ocalan de fikra xwerêveberiya pirrçandî bêyî jinûvehilberandina dewletê derxistiye pêş. Beranberhevkirina Modernîteya Kapîtalîst û Modernîteya Demokratîk, konfederalîzma demokratîk weke konsepteke lîberter-komunal tenê weke têgeh nayên ravekirin; Burç her wiha xwedana wan a der a pratîkî jî di asta xweparastinê (fena YPG/YPJ´ê), xwerêvebirinê (fena KCK´ê) de dîsa di warê beşdariya siyasetê û nava civakê de pêkanînên mîna hevserokatiyê û meclisên xwerû ên jinan ku xwediyê mafê vetoyê ne li ser biryaran, hil dide.
Çapemeniya Azad li Rojava
Kerem Schamberger bi xwe, li aliyekî din ê meseleyê dinihêre; çapemenî û medya. Schamberger balê dibe ser têgeha Çapemeniya Azad, îşaret pê dike ku ku ev rêûresmek e ku di rewşa şerî de jî kariye azadiya çapemeniyê misoger bike. Ew dewra çapemeniya Kurd di ragihandina heqîqetê û rastiya “din” de rave dike û tecrûbeya xwe ya di dema şerê li efrînê de jî elaqedarî çapemenî û medyaya Rojava parve dike. Ew bi îhtîmam behsa wê yekê dike ku bêyî Çapemeniya Azad wê ne dîmen, ne jî nûçe li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ne yên nerazîbûna xelkê Efrînê û ne jî berxwedana li Efrînê bi dîmen, wêne û deng nehatana qeydkirin. Di gotarê de ew sîstema çapemeniyê ya li Rojava rave dike û dibêje, ji bilî Çapemeniya Azad, çapemeniya Kurd a ne ser bi wê ve jî heye, weke nûneriyên NRT, KNN û K24´ê. Ew dide zanîn ku yekî ji nûnerên van medyayan jî gazin ji neheqî û qedexeyên bi destê rêveberiya xweser nekiriye.
Sîstema serokatiyê ya Tirk ne sîstema serokatiyê ye
Yek ji gotarên herî serketî yên di vê kitêbê de ya Mahir Tokatli ye ku behsa sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê û aliyên kurdofob ên rêya ber bi vê sîstemê ve rave dike. Tokatli di tevahiya gotara xwe de bi awayekî zelal nîşan dide ku sîstema serokatiyê ya Tirkiyeyê (a la turca) ne sîstemeke bi rastî ya serokatiyê ye û tenê navê wê wisa ye. Ew mînakên sîstemên serokatiyê dide û dibêje, ji ber ku li Tirkiyeyê serokdewlet bi tena serê xwe dikare di rewşên awarte de qanûnan çêke, êdî di sîstemê de ti mercîên kontrolê, qanûnçêkirinê yên xweser nînin û jixwe hema hema kontroleke mutleq a serokdewlet li ser hiqûqê jî heye. Ji ber nebûna jihevveqetandina erkan jî, mirov nikare behsa sîstemeke serokatiyê ya tê zanîn bike. Tokatli her weha îfade dike ka çawa dijminatiya Kurdan di nava civakê de tê xurtkirin û ji bo rêya ber bi sîstema serokatiyê ya “a la turca” ve tê bikaranîn. Mînakên rakirina mafê destnedanê ya parlamenterên HDP´ê, dagirkirina Efrînê û mînakên din ên li nava Tirkiyeyê jî ji bo zelalkirina mijarê bi kêr tê.
Meral Çinar bi gotara xwe berê xwe dide tevgera jinan li Tirkliyeyê û îdîa dike ku di şert û mercên awarte yên li Tirkiyeyê de tevgera jinan bû ew tevger ku karîbû tirsê beriya her kesî ji ser xwe bavêje û li dijî biryarên hikûmetê dakeve meydanan û çalakiyên 8´ê Adarê yên sala 2016´an mînak nîşan dide. Çinar bêhtir ji perspektîfa çalakgereke jin û femînîst meqaleya xwe nivîsandiye.
Lihevkirineke li ber hemanekê
Axel Gehring bi xwe bi gotara xwe berê xwe daye krîza AKP´ê û dagirkeriya li dijî Efrînê. Ew vê yekê di çarçoveya “Jeopolîtîka aştiya nava kelehê ya aliyên Tirk” de dinirxîne û analîz dike. Li gorî wî krîza demeke dirêîj a AKP´ê kir ku ew ji 2013´an û bi şûn ve li rêyên derketina ji krîzê bigere. Piştî ku peyv û gotarên li ser çareseriyê fêde nekirine jî, berê xwe daye koalîsyoneke Neteweprest-Îslamî. Ew di encamê de pêkhatina aştiya nava kelehê (lihevkirina AKP-MHP´ê wiha bi nav dike) ya Tirkan jî weke aştiyeke nazik bi nav dike û dibêje, êrişên li dijî Kurdan, qirrkirina siyasî û dagirkirina Efrînê jî divê di çarçoveya vê aştiya nava kelehê ya Tirk a nazik de analîz dike. Di dawiyê de hizra wî li ser encamên dagirkeriya Efrînê û hewl dide fêm bike, ka hêza dewleta Tirk a dewamkirina dagirkeriyê, berfirehkirina wê hene yan na, hebin çiqasî dikarin berfireh û demdirêj bin.
Herçî Alp Kayserilioglu ye, ew di çarçoveya hilbijartinên giştî û serokatiyê yên 2018´an de dagirkirina Efrînê dinirxîne. Ew jî wisa difikire ku ji sala 2013´an ve li Tirkiyeyê desthilata AKP´ê bi krîzên hegemoniyê yên daîmî re rûbirû bûye. Bi vî awayî jî aliyên hegemoniyel ên dagirkirina Efrînê analîz dike. Axir bi ya wî di hilbijartinên pêşwext de Erdogan di tûra yekem de bi ser ketibe jî, girêdana wî ya bi koalîsyonê re lawaziya wî zêdetir dike.
Di dawiyê de jî raporeke Dr. Michael Wilk heye ku di dema dagirkeriya Efrînê de jî ji bo xizmeta tenduristiyê çûbû Rojava. Wilk di rapora xwe de dibêje, hêvî ne bi hikûmetan re lê bi milet re heye.
FRANKFURT