Rojnamevan Seyîd Evran di Ajansa Nûçeyan Firatê de liv û qayîşkêşana siyasî a li rojava û Sûriyê bi sernavê "Pêşmergeyên Rojava, biryargeha Til Cîbrînê û Astana" analîz kiriye. Seyîd Evran li aliyekî bi awayê pêkhatina xwe civîna Astana wekî dubarebûna civîna Riyadê bi nav dike û minaqeşeya li ser "Pêşmergeyên Rojava" jî di çarçoveya hewldanên şerekî birakujiyê yê ku Tirkiyeyê dixwaze li Rojava derxîne dinirxîne. 

Li gorî Evran lîstikeke nû heye ji bo destwerdana bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û di vê plana dewleta Tirk (AKP û MÎT) de "Kurdên noker" bi rola talî ya fîguranan radibin û Tirkiye dixwaze vê planê di ser Rûsyayê re pêk bîne.

Seyîd Evran bi bîr dixe ku nûnerên siyasî, civakî û eskerî yên Rojava û Bakurê Sûriyê nehatine vexwendinî civînên li Astanayê, lê "Li şûna wan bang li hin bermahiyên ENKS’e kirin ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dirûstkirin“. Seyîd Evran dibêje, Îbrahîm Biro, Siyabend Haco, Fuat Alîko, Hekîm Beşar „endamê MÎT´a Tirk in" û ev yek jî îşaret bi aramanca planê dike. Seyîd Evran bi bîr dixe ku ti beramberiya van kesan li Rojava nîne û ti qedr di nava siyaseta Kurd de bi wan nadê dayîn û wiha wan terîf fike: "Nasnameya van a siyasî nasnameyek wiha ye ku tenê xwedî wî nirxî ye ku dikarin Kurdan bifiroşin."

Encama Astana jî li gorî Evran wê wiha be: "Ên ku ji bo Astana hatine vexwendin komên çekdar ên Birayên Misilman in. Ango ku em bibêjin dubareya civîna Riyadê ye ku par hatibûn kirin, ne şaş e. Ji civîna Riyadê ji bilî Eniya Sunî ti biryar derneketibû. Piştî vê civînê şerê navxweyî yê Sûriyê girantir bûbû."

Minaqeşeya ’Pêşmergeyên Rojava'

Gotara di ser Pêşmergeyên Rojava ve tê birêvebirin li gorî Evran parçeyekî din ê vê planê ye. Piştî ku vê pêkhatina eskerî terîf dike, Evran îşaret pê dike ku li dinyayê û li herêmê jî pê tê zanîn ku Pêşmergeyên Rojava nînin û ev hêz Pêşmnergeyên PDK´ê ne. Piştî vê ji bo îşaret bi rol û armanca Tirkiyeyê bike, Evran dibêje, "Heman piştî dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, derbaskirina pêşmergeyan ji nû ve xistibûn rojevê. 

Jixwe, çeteya bi navê Ketibeyî Baz ku berî du salan bi Ustaz Mahmûd (Mahmûd Hamo) dan avakirin û MÎT'ê bi kesên perwerde kirî, hewl da xurt bike. Ev yek, hewldana aktîfkirina van komên çete yên jê re Kawa Azîzî tê gotin e; her wiha zêdekirina hejmara van kesên ji aliyê MÎT'ê ve tên perwerdekirin e. Eger vê yekê bi ser bixînin, wê bi destê Tirkiyeyê pêşî li şerekî birakujiyê bê vekirin."

Armanc êrîşên li dijî herêma Şehba û Bakurê Sûriyê ye

Evran dide zanîn ku Tirkiye dixwaze wan weke hêzeke Kurd ji bo destpêkirina şerê birakujiyê bi kar bîne û ji niha ve baregehan ji bo wan amade dike: "Li gundê Tel Cîbrîn ê Şehbayê, ev deh roj in Tirkiye hewl dide biryargehekê ava bike. Til Cîbrîn li jorê gundê Ayn Dekno ye ku di kontrola Artêşa Şoreşgeran de ye û timî êrîş lê tê kirin. Ev der li bakurê Ezazê ye. Hedefa bingehîn a vê biryargeha Tirkiye hewl dide li Tel Cîbrînê ava bike, mintiqeya Şehba ya li Bakurê Sûriyeyê ye. Bi vê yekê re nîqaşa 'pêşmergeyê rojava' ji nû ve xistin rojevê û ev jî armanca rastî ya vê planê radixe pêş çavan. Ev plana ku bi şandina Î. Biro, F. Alîko û S. Haco ji Astana re dest pê kir û bi destpêkirina nîqaşa şandina ‚Artêşa Kurdistana Sûrî' dewam dike, êdî zelaltir dibe."

Rojnamevan Seyît Evran herî dawî dibêje, ev hêz ji "şaşiya xwe venegerin" wê tevahiya gelê Kurd li hemberî xwe bibînin û wiha dawî li analîza xwe tîne: "Ji xwe Kurd naxwazin firsenda Kongreya Neteweyî ya ku xwe gelekî nêz kiriye, ji dest berdin." 


Civîna Astana  û çîrokên berê

Civîna Astana di navbera rejîma Sûriyê û komên çekdar ên Tirkiye li pişta wan, dest pê kir. Li gorî daxuyaniyên ji nûnerên mixalefetê û hêzên rêjîmê, civînê bi nakokiyan dest pê kiriye.

Danûstendinên Astanayê ku ev demek e di rojeva saziyên çapemeniyê de bûn, îro li paytexta Qazaxistanê Astana dest pê kir. Tişta balkêş ew e ku nûnerên rastîn ên hêzên demokratîk û pêkhateyên Sûriyê tevlî vê civînê nabin.

Civînê bi axaftina Wezîrê Karên Derve yê Qazaxistanê, Xêrat Ebdurehmanov dest pê kir. Ebdurehmanov diyar kir ku ew ne alî ne û ew ê wekî navbênkar di nava aliyan de tevbigerin û hêvî kir ku agirbesta li Sûriyê bê binpêkirin, pêk were. Tevlî nûnerên herdû şandeyan li ser heman maseyê rûniştin, hate gotin ku nûnerên rêjîmê û mixalefetê dê rû bi rû necivin û dê civîn di riya navbênkaran re pêk were.

Dema axaftina destpêkê ya Astana dihate kirin, li Wadî Berada ya Şamê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên mixalefetê de şer dewam dikir.

Piştî axaftina Wezîrê Derve yê Kazaxistin civînê bi awayekî girtî li çapemeniyê dewam kir. Beriya civîn dest pê bike, nûnerên komên çekdar û rêjîmê ji saziyên çapemeniyê re axivîn û di daxuyaniyên wan de nakokî hebûn.

Nûnerên opozisyona Tirkiye li pişta wê, gotin, ew tenê ji bo agirbestê û gihandina alîkariyan ji hemû deverên Sûriyê re beşdarî civînê bûne. Nûnerên Opozisyonê destnîşan kirin ku îro dosyayên siyasî wê neyên nîqaşkirin. Şandeya Opozisyonê beriya civînê bi nûnerê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Sttefano Demistûra re civiyan û naveroka civînê nîqaş kirin. Şandeya rêjîmê jî destnîşan kir ku ew ê hevdîtinan bi şandeya Tirkiyeyê re rûnenên, lê belê tenê bi hevkarên xwe yîn Rûsya û Îranê re bicivin. 



NAVENDA NÛÇEYAN