Şerê qirkirin û teslîmgirtinê ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dide meşandin ketiye asteke nû. Bi girankirina tecrîda li hemberî Ocalan û daxuyaniyên dawî yên Erdogan vê yekê careke din nîşan dan. Ji ber ku konsepta dewletê li hemberî têkoşîna Kurdan bi serneket niha dixwazin derbasî qonaxeke nû bibin.
Hemû dînamîkên di nava dewleta Tirk de, tenê li ser xalekê li hev kirine; ev xal jî têk birin û tinekirina Kurdan e. Di çerçoveya vê peymanê de Tayyip Erdogan li ser rêveberiyê hatiye hiştin. Bi gotineke din; hemû beşên dewleta Tirk li hemberî Kurdan bûne yek, nakokiyên xwe danîne aliyekî û ji bo Kurdan têk bibin çi ji destê wan tê dikin. Erdogan jî weke pêşengê vê yekê ye. Têkçûyina vê yekê wê serê Erdogan jî bixwe û serê yên din jî bixwe!
Şerê tinekirinê yê li hemberî Kurdan li çar qonaxan tê meşandin; Siyasî, leşkerî, civakî û dîplomatîk. Ev xal hemû bi hevre girêdayî ne û dewletê her tişta xwe seferberi vê yekê kiriye.
Ji aliyê leşkerî ve gotinên mezin dibêjin, civaka ku xwe bi xwe dixapînin, lê belê ew jî êdî îtîraf dikin ku nikarin bi serkevin. Hemû aborî û teknolojiya xwe li gorî şer amade kirine. Her wiha ne tenê li Bakur li hemberî Başûr, Rojava û tevahiya Kurdistanê xwe perwerde dikin. Artêşa xwe li gorî şerên bajaran jî perwerde dikin. Êrişên dijwar dikin lê belê qabîlîyeta wan ewqas e! Şer didome, lê rêyeka ku bi serkeve ji bo dewleta Tirk nîne. Xuyaye ku rojên pêşiya me şer wê ji her demê girantir bibe.
Di aliyê sîyasî de HDP û DBP’ê her diçe tengav dikin. Bi hezaran kes girtine lê dîsa jî xebat didomin. Li zindanan û derve kesekî teslîm negirtin. Kesî serê xwe netewand. Her wiha siyaseta Kurd li gel hemû êriş û zextan li ser lingan ma. HDP dikaribû ew polîtîkayên AKP zêdetir deşîfre bike. Ev kêmasî jî hene. Lê dîsa jî dewlet negihişt armanca xwe. Li gorî qonaxa nû zextên li ser qada siyasî wê werin şinandin.
Li aliyê dîplomatîk ve hewldanên wan didomin. A rastî eger bi alîkariya hêzên derve nebûya AKP niha ji zû ve têk çûbû. Nimûneya herî girîng Efrîn e. Ne bi hêza leşkerî bi manevra û xwe firotina dîplomatîk Efrîn dagikirin û emrê xwe dirêj kirin. Di vî warî de Kurd divê ji her tiştî re amade bin!
Ev şerê li hemberî Kurdan herî zêde di qada civakî de tê meşandin. Xala herî girîng jî ev e. Dixwazin civakê ji hemû nirxan dûrbixin û rizî bikin. Asîmîlasyon kûr dibe. Eger civak neyê parastina maneya destkeftiyên siyasî û leşkeri jî nîne. Civak bingeha her tiştî ye. Dewleta jî bi vê zanebûnê êrişî nirxên civakî dike. Êrişa li hemberî Ocalan, operasyonên qirkirina siyasî, talankirina gund û bajaran, êrişên li hemberî gorên şehîdan hemû ji bo pasîfîze kirin, deforme kirin û teslîm girtina civakê ye. Dixwazin civakê bê nirx bikin. Civaka bê nirx ne tiştek e! Erdogan beriya çend rojan got, ‘cihên ku me qeyyum danîne di hilbijartinan de ji bo AKP deng nayên bi destixstin.’ Îtîraf kir ku Kurd dengên xwe nadin partiya wî. Lê ev têr nake. Tehdît kir ku piştî hilbijartinan ewê dîsa qeyyum deynin ser şaredariyan. Ango eşkere got, ‘em îradeya we nas nakin.’
Piştî van gotinan bi sedan kes hatin girtin. Niha wê êrişên leşkeri jî zêde bikin. Beriya hilbijartinan dixwazin şerê qirkirina Kurdan bînin asta herî bilind. Ev gotin jî îşareta vê yekê ye. Ji ber vê sedemê divê Kurd ji her tiştî re û bi taybet jî ji gavên mezin ên ji bo serkeftinê re amade bin.