Artêşa rejîma Beşar Esad gelek heremên Eylayeta Humisê ji destê komên çekdar derxist. Di vê dawiyê de gelek serkeftinên eskerî bi dest xistin. Li meydana şer her ku diçe komên çekdar têk diçin û gelek windahiyan didin. Hebûna rêxsitina Hizbulhah a Libnanê û hin hêzên din yên Şîi rolek mezin di vê serkeftina eskerî ya artêşa Esad de lîst.

Her wieha divê bê gotin ku Amerîka, Yekîtiya Ewropa û welatên Ereb nema mîna berê dixwazin komên çekdar di warê eskerî de destkeftiyan bidest bixin. Ew ji hêza komên Îslamî yên girêdayî rêxsitina El Qaîdeyê ditrsin. Jixwe beriya Amerîka çekan bide 'Artêşa Hur' ji serkêşiya wê xwestibû ku ew şerên komên Îslamî bikin û wan ji holê rakin. Ev kom jî xwedî hêz û tecrube ne. Li çend welayetên rojhilat û bakur desthilatdar û xwedî gotin in. Ew gelekî ji 'Artêşa Hur' xurtir in.
Beriya çend rojan Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê eşkere got, wê şerê li Sûriyeyê bi awayekî eskerî çareser nebe. Ev tê wateya ku wê Amerîka bi Rûsiyayê re li formek siyasî bigere. Lê niha ji muxalefeta hevkar a Amerîkayê tê xwestin ku ew, mil bi mil li gel rejîma Esad, şerê komên Îslamî bike. Ev şertê dayina çekan bo vê muxaqlefetê bû.
Ji bo Amerîkayê ev çend tişt girîng in: Divê ewlekariya dewleta Israîlê bê misoger kirin. Kîjan rejîma li Şamê desthilatdariyê bike, divê aramiya li ser sînorê Sûriye-Israîlê biparêze û rê nede rêxsitinên Îslama siyasî an Filistîniyan ku tevliheviyê li wir derxin. Her wiha divê rejîma were ser hikum hevkara dewletên Rojava be. Karibe vê dewletê wek yek erdnîgarî biparêze û hemû xwestekên Rojava pêk bîne.
Niha hemû kes li hêviya Konferansa Cenewreyê ne.
Amerîka û Rûsya hîna li formek lihevkirinê digerin. Di vê navberê de rejîm lezê dide şerê li himberî komên çekdar û dixwaze wan di zûtrîn dem de têk bibe, da li ser maseya diyalogê destê xwe xurtir bike.
Di vê dema dawî de Amerîka Kurdên rojava agahdar kir, ku ew dixwaze Abdulbasit Seyda, hevkarê Tirkiyeyê û hêza Birayên Misilman, wek nûnerê Kurdên Rojava li Konferansa Cenewreyê derxe pêş. Ev yek ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve nehate qebûlkirin. Her wiha ji aliyê Rûsyayê jî nehate qebûlkirin. Di vê dema dawî de Abdulbasit Seyda lez da tevgera xwe û li başûrê Kurdistanê hin civîn pêkanîn. Koma Kurd di meclisa Stenbolê de vexwend Hewlerê û hewl da wê çalak bike. Civînek ji hin nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên 'li gel serhildana gel a Sûriyeyê ne' re çêkir. Ev kes hemû bi dijayetiya xwe ya li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û PYD'ê tên naskirin. Abdulbasit Seyda gelek mesref li van her du civînan kir. Tê gotin ku wî ev kar bi hevkarî û talîmatên PDK'ê kirî ye.
Hin jêder dibêjin, Abdulbasit Seyda niha hespê PDK'ê ye. PDK tercîha wî dike, piştî partiyên Rojava yên hevkarên wê li himberî PYD'ê têk çûn. Ew niha zilamê PDK, AKP û Birayên Misliman e. Jixwe wa Amerîka jî wî dixwaze.
Divê bê gotin ku hemû partiyên Rojava Abdulbasit Seyda qebûl nakin. Niha Desteya Bilind a Kurd jî vê yekê dibêje û pêwendiyan bi hêzên derve re çêdike, da ku ew vî mirovê keyisperest bidin aliyekî û hebûna Kurdan di şexsê vê forma yekîtiyê de ferz bibe.
Divê tu kes ji derveyî Desteya Bilind neyê qebûkirin. Abdulbasit Seyda dikare li ser navê Birayên Misilman an jî komên çekar bibe nûner, lê ne li ser navê Kurdan.
Ez hêvî dikim Kurdên Rojava dersek baş ji vê yekê derbixin û zêdetir tercîha hevkarî û yekîtiyê bikin.