Fermandarê QSD`ê Mahîr Kurdî têkildarî rewşa Hemleya rizgarkirina Reqa û bandora wê li ser tevahiya herêmê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê  re axivî.

Kurdî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li Reqayê ji çar aliyan ve dor li DAIŞ´ê hatiye girtin û wiha dewam kir: ʺÇete di bajêr de gelekî tengav bûne. Lewma di êrîşên xwe de teqemeniyê bi kar tînin.ʺ

Kurdî da zanîn ku çavên tevahiya mirovahiyê li hemleya Reqayê ye û wiha dewam kir: ʺJi ber ku girîngiya wê ya dîrokî ji ya leşkerî jî wêdetir e, niha li Reqa dîroka mirovahiyê xwe nû dike. Şervanên ji hemû netewe û mezhebên herêmê, her wiha şervanên ji gelek aliyên cîhanê jî bi hev re di şerê dijberên mirovahiyê DAIŞʹê de cih digirin. Şerê rizgarkirina Reqayê şerê rizgarkirina mirovahiyê ye.ʺ

Kurdî anî ziman ku bi rizgarkirina Reqayê re dîrokeke nû tê nivîsandin û got: “Jiyaneke nû li vir tê afirandin, mirovahî xwe nû dike û pêkhateyên hemû mirovahiyê bi pêşengtiya jin û ciwanan bi bîr û baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, vê sîstema nû ava dikin.” 


 REQA