Cihê kêfxweşiyê ye ku hêdî hêdî çand û kevneşopiyên neteweyî bi berzbûna hestên neteweyî û xwebûnê re di giyana endamê neteweya me de rûdine. Hetanî van salên dawiyê jî, hin tore û ananeyên kevn, yan jî berhemên çanda me ya qedîm li ber wendabûnê bûn. Gel ditirsiya, yan jî şerm dikir ku wan ananeyên nirxên dîrokî ne, cardin zindi bike, lê îsal hin ji wan ananeyan bi berfirehî li her derê ku Kurd lê hene, heta li metrepolên Tirkan jî cardin vegeriyan nava çanda gelê me. Ji wan yek jî Gaxend e. Bi kêmasî li taxên Kurd lê hene, di avahiyên Cemê de hatin pîrozkirin.

Belê, li gel tekoşîn, berxwedan û aloziyên heyî jî, dem dema Gaxendê, kalo pîrê, Bûka Baranê, Qirdik û Qaqîndoskê ye. Pîrozbahî û baweriyeke bi hezaran salan.  Ev navên me rêz kirine tev de li herêmên cuda tên bikaranîn, gişt di heman wateyê de ne, ango ev peyv, ji bo pîrozkirina serê salê ne. Ew hêzeke razber li giyana me bar dike û xwebaweriya neteweyî xurt dike. Di rastiyê de ev pîrozbahî jî formeke zivistanê ji derê xwe desrxistinê ye. Her wisa Faşîng/karnaval a li Ewrûpayê û Emêrîka Latîn jî têkiliya xwe bi Gaxenda me re heye. Armanca bingehîn; ji dijwariyên zivistanê filitîn e. Pêşwazikirina dagera rojê ye.

Berê ne tenê "Kalo û Pîrê" çêdikirin, li gel wê gelek teşeyên cuda jî amadedikirin. Wekî canega, hêştir, qirdik, cin û tişten cuda yên din. Di salên pênceyî de xwerû li hin gundên Gimgimê, wek mînak li gundê Baskan, li gel "Kalo û Pîrê" ya bi şirik û ginciran, hêştir jî bi heredariyeke pisporî çêdikirin. Hem jî mêrên sere û navsal tê de cih digirt, tevheve gundiyan bi kelecan li benda hatina wan û derxistina kêf û şahiyê bûn.

Çêkirina hêştirê gelek taybet bû, hem jî bi awayekî hostatiya hunermendî bû. Kovikek /mastêrikek danîn du kevçî wekî guhê hêştirê pêve girêdidan, Kovik ji bi çoyek dirêj ê xwar ve zexm dişidandin, dora kovik wekî serê hêştirê bi paçikan xweş dipêçan, çavên wê çêdikirin, her wisa jî çoyê wekî stûyê hêştirê xwar jî bi paçikan dipêçan. Mêrekî li pêşiyê ew serê hêştirê digirt. Yekî jî sepeteke piçûk bi pişta xwe ve girêdida ku bibe loka hêştire, çarşev, berên tenik didan ser, di bin zik de girêdidan, hin fera, zengil û teneke jî ji bo deng derxistine pê ve dikirin, li pey "Kalo û Pîrê" diçûn li malan digeriyan û her kesî li gor hêza xwe diyariyek dida wan. Dema di derî re diketin hundirê malê, hêştir li erdê êx dibû, serî dihejand û dikir qurinî. Hemû zarok û hin jin jî, ji vê tevgera hêştirê çêkirî, ditirsiyan û xwe di quncikan de vedişartin.

Di salen çilî, pêncî û şêstî de dagirkerên Tirk di nava gelên din ên Anatoliyê de dijbangaşiyeke gelek kirêt li ser Kurdan belav kiribû. Wan Kurd wek mirovên hov, mirovxwir, ne şareza, nezan dabûn nasandin. Heta gotinên wekî "boçika/teriya wan heye" di seriyan de dabûn rûniştin. Jiwê jî, her karmend û mamosteyên diçû Kurdistanê bi tirs diçû. Yan jî ew karmendên derbiderkirî bûn. Li ser vê mijarê bi sedan çîrokên di rengê pêkenokan de hene.

Di pênceyî de mamosteyekî Tirk bi tevê hevjîna xwe li gundê me bûye. Her çendî gundî wan li ser serê xwe digirin, ji wan hez dikin, ji mast, rûn, toraqê hetanê hêkan bê pere dişînin mala wan jî, ew ji gundiyan ditirsin û têkiliyê bi wan re danaynin. Ji wan re hatiye gotin ku herî kêm nîvê Kurdan ji cinan çêbûne. Li rûyê mirovan bikenin jî divê mirov bi wan bawer nebe. Her demê dikanin rûyê xwe yên rast nîşan bidin. Ango mamoste û hevjîna xwe bi van derewên di mejî de rûniştî, di nava tirsê de li gund jiyane.

Roja serêsalê, ango dema Gaxendê du gundî li mala mamoste Tirk mevan in. Ji xafil ve li derî tê xistin, Mamostê Tirk çawa derî vedike. Yên bûne hêştir serî dihejîne û dikin qurinî. Mamoste derî vekirî dihêle, bi qêrin direve, diçe xwe davêje paş gundiyekî. Yên hêştir, Kalo û Pîrê çêkirine jî wek komeke cinan bi qêrîn, halan û qurîna hêştirê dikevin hundir. Hevjîna mamoste di cih de ji xwe tere. Mamoste weki têla kevanê ya zerp lêketî dilerize, dibe şeqeşeqa dev û diranên wî.

Herdu gundî li alîyekî bi hatina koma Gaxende kêfxweş dibin, li aliyê din li hember vê rewşa mamoste û hevjîna wî dikevin nava tirse. Herdu gundî ji koma Gaxendê re hêrs dikevin û wan dikin der, dû re bang li du jinan dikin, av û kolanya davêjin ser rûyê hevjîna mamoste û ew cardin bi xwe ve tê. Dû re hewl didin ku mijarê ji wan re zelal bikin. Lê ti sûdekê nade wan. Ew mamoste roja din hevjîna xwe digire û ji gund derdikeve diçe, çûyîn ew çûyîn e, hê jî diçin.

Belê xwîner, dost û hevalên bi nirx! Gaxend, Kalo Pîrê, Bûka Baranê, Qirdik û Qaqîndoska serê salê bi tevê hêştira mamoste tirsandî li we hemûyan pîroz be!