Tecrîda li îmralî, di şexsê Ocalan de terorize kirina tevahiya gelê Kurd e. Dive ev zihniyeta reşbînî werê şikandin û Ocalan azad bibe...
Piştî serdana Wezîra Karên Derve ya Emerîka Hillary Cilinton, murê dewleta Tirk hinekî şikestin. Piştî wê serdanê derkete holê ku “hêviyên Tirkiyê yên stratejiyên kûr” di plan û programên Emerîka de nînin.
Tirkiye, bi stratejiya Ahmet Davutoglu, “sifir problem” derkete rê, di demeke kin de dît ku ne ew, hêzên global stratejiyan amade dikin û dewletên weke Tirkiyê jî, mecbur in li gorî van stratejiyan tevbigerin û di “derya probleman” de avjeniyê bikin. Ahmet Davutoglu di destpêka rûniştina li ser kursiyê wezaretê de, bi argumanên gelekî mezin axivî. Yek ji van argumanan wiha bû “Bêyî Tirkiyê tu kes nikare li Rojhilata Navîn gavekê biavêje.” Ev gotin, kontrola di argumana Davutoglu de, kontrol-kirina 4 parçeyên Kurdistanê bû. Xeyalê mîsak-î millî û hinekî wêdetir, siya dara mîrateya Osmaniyan bû.
AKP'ê, xwe weke Osmaniyên nû dît û xwedî îdeolojiya Îttîhat Terakî bû.
Ji ber ku, duldula îdeolojiya Mehmed Akîf Ersoy û hespê îdeolojiya Nihal Atsiz, di arena siyaseta AKP'ê de, bi hev re pîkol dikirin. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî, çep xuya dikir, lê rast lê dida. Ev jî, encama lîstikên saraya Osmaniyan bûn.
Bêguman macereya angajebûna desthilatdariya AKP'ê ya bi xewn û xeyalên mîsak-î millî û siya mîrateya Osmaniyan, bi çuwalê di serê fermandarên artêşa Tirk li Silêmaniyê, (4ê Temmuz 2003) kete qonaxeke din. Ji wê rojê û pê de, tîrenda argumanên stratejisyenê AKP'ê, Davutoglu jî di nav de ket û giha qonaxa îro.
Piştî çuwalê di serê fermandarên artêşa Tirk de, heyetek ji dîplomatên Tirk, li Emerîka çadir vedan û du salan, li ber deriyê rayedarên desthilatdariya George W. Bush geriyan; lave kirin, melaqî kirin, dexalet kirin û di encamê de, Emerîka razî kirin. Piştî bûyera çuwal, dîplomatên Tirkiyê gotin; ''Pêwiste em navbera Emerîka û Kurdan xerab bikin, hoy û merc çi dibin bila bibin, pêwist e em navbera Emerîka û Tirkiyê xweş bikin.” Ev gotin bûne stratejiya desthilatdariya AKPê û heyeta diplomat çû Emerîka, piştî hewldanên du salan Bush û Erdogan, di 6'ê Mijdara 2007'an de hatin cem hev û Kurd weke “terorîst” hatin îlan kirin. Ev roja bextreşiya Emerîka ya li dijî gelê Kurd e.
Piştî hevdîtina Bush û Erdogan, derkete holê ku di pêvajoya cîhanşimûlî-gerdûnî de, êdî dagirkerî bi hêzên bazirgan çênabe. Êdî dagirkirina welatan û teslîm girtina desthilatdariyan, bi lîstikên stratejiya “online” çêdibe. Ev lîstik girêdayî çavkaniyan e û mirov dikare wek ambargo jî bi nav bike. Dema ku hêza serdest çavkanî qut kirin, di aliyê aborî, siyasî û eskerî de serdestiya xwe sazkar dike, dewlet û desthilatdarî teslîm dibin. Tirsa Tirkiyê Kurdistan e, Kurd in û vê tirsê jî bi Tevgera Azadiya Kurd PKK'ê, bi Abdullah Ocalan dest pê kir, bi defacto’ya Başûrê Kurdistanê berdewam kir.
Îro jî, ev tirsa ku wek nexweşiya dewletê ya şîzofrenîk derketiye holê; li Rojavayê Kurdistanê bi PYD'ê berdewam dike.
Hemberî ku, Tirkiye û desthilatdariya AKPê, bi “lîstika stratejiya online” teslîmî Emerîka bû, ji stratejiya “sifir problem” kete derya probleman, her eniya xwe ya parastinê winda kiriye. Berê dewleteke çete bû û ev çete li dijî gelê Kurd bikar dianîn. Lê îro, çeteyan îhraç dike û wek çavkaniya çeteyan tevdigere. Çeteyên dibin sîwana dewleta AKP'ê de kar dikin, li welatên ereban cirîdê diavêjin, hinek çete têne kuştin, hinek jî têne girtin û revandin.
Serfermandarê Artêşa Iranê Hasan Firuzabadî, belaş ne got; “Dor wê were Tirkiyê jî.” Lê ev têba, li devê deriyê dewleta Îranê ye jî. Ji ber ku hêzên cîhanşimûl, ku Emerîka pêşengiya wan dike, di Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de, dewletên mezin, yekpare û statukoparêz naxwazin. Gotina demokrasî derxistin pêş û bi vê gotinê, dixwazin gelan kontrol bikin. “Bihara Gelan” û helwdana hêzên cîhanşimûl ya li Misir, Libya û Suriye mînaka vê ye. Baş tê zanîn ku gotina “Bihara Gelan”, berî her kesî Abdullah Ocalan bikaranî. Tiştekî din, gelên li herêmê jî, bi pêşengiya hêzên bazirgan û stratejiya hêzên cîhanşîmûl dest bi têkoşînê nekirin. Gelan, li dijî hêzên statukoparêz û netew-dewletên otorîter, bi xwe rabûne ser lingan û pêvajoya îro dane dest pê kirin. Lê hêzên cîhanşimûl dereng neman û destdirêjî li pêşketinan kirin û encama wê jî, xwîna li Misir, Libya û Suriye dirije jî encama destdirêjiyên van hêzan e.
Bêguman destdirêjiya hêzên cîhanşimûl, di pirsgirêka Kurd de, heta bi deverekê dikare mudaxil be. Gelê Kurd dînamîka herî enerjîk ya herêmê ye û stratejiya nû ya hêzên cîhanşimûl nikarin vê hêza dinamîk nebînin û berteref bikin. Wezîra karên derve ya Emerîka Hillary Cilinton, li Tirkiyê ev mesaj da: “Emerîka bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn tevnagere” û got: ''Emerîka, Suriya demokratîk ya pir hêlî, pir ol û bawerî, pir civakî, pir nifş, cins, baweriyan” dixwaze. Tirkiye ku bi paradigmaya mezhebî li Suriye tevdigere, hêviyên ji serdana Hillary Cilinton dikirin, winda kirin.
Suriye, problemeke komplîke ye û hêzên cîhanşîmûlî teva alaqadar dike. Şerê li Suriye, parvekirina sêyemîn ya çavkaniyên enerjiyê, ya çavkaniyên avê û kontrol kirina herêmê ye. Di vî şerî de, Emerîka, Çîn, Rusya, yanî hêzên eko-eskerî, hevparên navneteweyî yên çek û enerjiyê, hêzên serdest yên li herêmê teva hene.
Gelên herêmê jî, dixwazin ku di vî şerî de, hêviyên xwe rasyonalîze bikin.
Ev rasyonlîze kirina hêviyên gelan, di Suriye de, ber bi encamekê diçe û pêşengiya vê encama erênî jî, gelê Kurd dike. Her çiqasî Tirkiye dixwaz e ku PYD'ê tesfiye bike û ji bo vê jî, stiwe xwe li ber Emerîka ditewîne jî, rastiya gelê Kurd û encama li Rojavayê Kurdistanê, derfetan nade. Dîsa jî mirov dikare bêje; Emerîka dikare Suriye, di aliyê bihêzkirina Îsraîl de parçe bike. Lê dirêj kirina şerê li herêmê, li hesabê Emerîka tê. Ji ber ku, Ingilîstan 50 salî çavkaniyên enerjiyê kontrol kirin, Emerîka jî, dixwaze ku vê dema konrolê zêdetir bike. Ji ber ku krîza cîhanşimûlî, tenê bi riya hatine eskerî dikare çareser bibe. Ev stratejî jî, dikare neo-lîberalîzmê li Suriye sazkar bike. Hingî, piştî şer, avakirina binesaziyan, çêkirina xaniyan, sirkulasyona teknolojiya modern, wê serdestiya xwe îlan bike. Yanî, dibin navê demokrasiyê de, koletiya nû ya gelan jî, ji nû de dest pê dike.
Lê gelê Kurd, dibin pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de, li Kurdistanê derfetan nade sîstema neo-lîberalîzmê û demokrasiya sexte. Ji ber ku gelê Kurd xwedî sîstemeke ku dikare bibe bingeha rasyonalîze kirina pirsgirêkan teva ye. Ev jî demokrasiya gelên demokratîk e.
Şerê Suriye û encama wê