Hêvî Mustefa: “Ev proje wê aramiyê li Sûriyeyê bi pêş bixe. Heta ev hêz Kurdan ji rûniştinên çareseriyê dûr bixin, wê şer li Sûriyê neqede. Heta ku Kurd muxateb neyên girtin, çareserî bi pêş nakeve.“

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, îşaret bi diyarkerî û hêza Kurdan li Sûriyeyê kir û got, “Kurdan di 8 salan de parastin û pirojeya demokrasiyê bi pêş xist. Ew ê li Sûriyeyê jî aramiyê bi pêş bixin. Heger Sûriye bi Kurdan re rûnenê, şer wê bi dawî nebe.”

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, Hêvî Mustefa got, dema gava raperîna gel li Sûriyeyê dest pê kir, armanca wê azadî û demokrasî bû û wiha peyivî: “Piştgirî û artêşkirina komên opozisyonê guhertin û kirin şerekî dînî, neteweyî û ev tişt tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî biparêzin, kirin. Ji bo hemû hêzên li Sûriyê kom bikin bi navê parastina gelê Sûriyê. Lê ti hêz ji wan çareseriyekê ji bo gel bi pêş naxe. Dijberî wê, berjewendiyên xwe diparêzin û çav wan her li wê ye ka çawa wê Sûriyê li hev parve bikin.”

Li gel nafikirin

Hêvî Mustefa bi bîr xist ku ev 8 sal in ku li Sûriyê şer heye û wiha axivî: “Yên şer bi pêş dixin, li gel nafikirin. Ne fikirîna li gelê sivîl û belavkirina terorê û hovîtiya wê, hişt ku bi milyonan xelkê Sûriyê dev ji axa xwe û mala xwe berde. Van polîtîkayan bandoreke giran li ser gel çêkir. Li malbata zirarên madî û menewî çêbûn. Malbat ji hev dûrxistin. Winda bûn. Gelek kes hatin kuştin. Li welatên ku koçî wan kirin, wan dewletan li ser wan bazarên qirêj bi pêş xistin. Dewletan li ser wan lîstik meşandin. Li ser wan siyaset bi pêş xistin.”

Projeya xweseriya demokratîk bi pêş ket

Her wiha Hêvî Mustefa bal kişand ser projeya xweseriyê ya Bakurê Suriyeyê jî û wiha dewam kir: “Me berê got, rast e, di şerê heyî de vîna gel nayê girtin. Lê çima li Bakurê Sûriyê projeya xweseriya demokratîk bi pêş ket. Ji ber ku vîna gelan tê de heye. Li cîhanê ev tişt hat xuyakirin. Ji ber wê jî hemû hêzên serdest êrişî vê projeyê dikin. Êrişî herêmên xweser dikin, yên ku bi aramî û aşîtî bi hev re dijîn.”

Li Idlibê şerekî dijwar wê biqewime 

Hêvî Mustefa bal kişand ser rewşa Idlibê jî û got, “Ji bo mijarê Idlibê dewletên heyî bazarê dikin. Di serî de yên ser bi dewleta Tirk, Tirkiye piştgiriya tevahiya komên selefî yên ku li wir civiyane, dike. Tirkiye ew di bazarên xwe de firotin û kişandin Idlibê. Li wir kom kirin. Yanê di wan bazaran de xwest vîna gelê azad û gelê Kurd di nav de bişikîne. Tirkiyeyê xwest projeya xweseriyê ya Bakurê Suriyê asteng bike û dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê misoger bike. Lê Tirkiye niha di peymana heyî de dê bi ser nekeve. Li Idlibê şerekî giran wê biqewime.

Ev proje bû mînak

Hêvî Mustefa, herî dawî anî ziman ku Kurdan di van 8 salan de herêmên xwe parastin û projeyeke demokratîk bi pêş xistin û wiha pê de çû: “Di vê projeyê de vîna gelan û biratiya hemî neteweyan bi pêş xistin. Ev proje bû mînak li herêmên cîran û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Ji bo cihanê şerê terorê kirin. Ev proje heger li ber çav werê girtin, wê bibe mînaka çareseriya Suriyeyê. Ew ê aramiyê li Sûriyeyê bi pêş bixe. Heta ev hêz Kurdan ji rûniştinên çareseriyê dûr bixin, wê şer li Sûriyê neqede. Heta ku Kurd muxateb neyên girtin, çareserî bi pêş nakeve. Dewleta Tirkiye di 8 salên şerê Sûriyê de hertim siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan bi pêş xist. Hemû kaxet û kozên di destê xwe de bi kar anîn. Ji bo şerê vê vînê bike û ji bo lembeya kesk ji dewletên navneteweyî bigire, tenezul kir ku êrişî Efrînê bike.”

 

MA/ŞEHBA