Di êrişên hewayî yên li Idlibê li dijî eskerên Tirk de bi dehan eskerên Tirk hatin kuştin. Çavkaniyên herêmî behsa bêhtirî sed kuştî û birîdanrên artêşa Tirk dikin.
Dewleta Tirk xwe avêt bextê siyaseta şantajê û penaberan dikişîne ser sînoran da ku biçin Ewrûpayê. Lê ne NATO û ne jî dewletên Ewrûpî hîna ya ku Erdogan dixwest nedanê.
Dewleta Tirk demeke dirêj e, ji bo armancên xwe yên împeryal, ji Sûrî, Iraq heta bi Lîbyayê xwe li nav şeran dixe, destekê dide komên çete yên cihê û nexasim jî çeteyên selefî li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bi kar tîne. Ji bo vê jî li gelek deverên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dagirker e. Ji bo ku xwe ji hevgirên xwe yên selefî qut neke, li Idlibê eskerên xwe yekser şandin bereyê û pêr li Seraqib û derdora wê, eskerên wê bûn hedefa êrişên hewayî. Bi qasî ku diyar e, hêzên hewayî yên Rûsyayê êriş yan kirin yan jî koordîne kirin. Di encama êrişê de li gorî daxuyaniya fermî ya dewleta Tirk herî kêm 33 esker hatin kuştin. Li gorî çavkaniyeke eskerî ku ji kovara Elman Der Spiegelê re peyivî, bêhtirî 50 eskerên Tirk hatin kuştin. Herçî çavkaniyên herêmî ne, ew behsa bêhtirî sed eskerên kuştî yên dewleta Tirk dikin. Reaksiyona destpêkê ya dewleta Tirk ew bû ku xwe bavêje dawa NATO´yê, lê ji ber ku ji NATO´yê û endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya ku hêvî dikir, negirt, sînorên xwe li penaberan vekirin da ku biçin Ewrûpayê, heta li gorî dîmenên belav dibin, bi polîs û cendirmeyên xwe dewleta Tirk penaberan dibe ser sînor û wan dişîne. Yanî Tirkiye siyaseta xwe ya şantajê zêde beloq û eşkere dewam dike. Herçî dîplomasiya bi Rûsyayê re ye, veguherî siyaseteke lavekirina ji Pûtîn.
Çeteyan û dewleta Tirk beriya çendekê êriş birin ser Seraqibê û bajar dagir kirin. Pêr jî hêzên hewayî bi awayekî dijwar ev çete û eskerên artêşa Tirk li derdora Cebel Zawiye, Zaqûm û Sehl El Gabê bombebaran kirin. Doh dewleta Tirk herî dawî îdîa kir ku 33 eskerên wê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Lê kovara Elman Der Spiegel bi çavkaniyeke eskerî ya Tirk re peyiviye ku dibêje, herî kêm 50 eskerên tirk hatine kuştin. Herçî çavkaniyên herêmî û çavkaniyên çeteyên dewleta Tirk in, ew behsa bêhtirî sed eskerên tirk ên kuştî dikin. Li gorî rejîmê jî hîna gelek cenazeyên eskerên Tirk nehatine wergirtin.
NATO nebû dest bi şantajê kir
Axir li ser banga dewleta Tirk doh NATO civiya. NATO´yê da zanîn ku wan ji rejîma Sûrî xwestiye êrişên xwe rawestîne. Lê ji ber ku êriş ne li dijî erdên Tirkiyeyê bû, xala 5´an a NATO´yê ne lê ye û civîn tenê ji bo şêwrê û ji bo parastina muhtemel a erdên Tirkiyeyê bû. Bi awayekî eşkere encamên civîne ne bi dilê dewleta Tirk bûn. Jixwe hê ji beriya civînê, ji bo ku karibe zextê li NATO´yê û dewletên Ewrûpî bike, diyar kir ku wê ji bo 72 saetan sînorên xwe li penaberan vekirine da ku biçin Ewrûpayê. Di rastiyê de, bi polîs û cendermeyên xwe, dewleta Tirk penaber bi awayekî organîzekirî birin ser sînor. Yanî dewleta Tirk a ku li Idlibê û li Rojava dagirker e û ti rewabûna wê nîne, dixwaze bi şantajê piştgiriyê ji YE´yê û NATO´yê wergire. Ji bo ku raya xwe ya giştî kontrol bike jî tevnên medya civakî yên weke Twitter, Instgram û Facebookê asteng kirin.
Esker diviya ne li wir bin
Rûsyayê li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, diviyabû eskerên Tirk ne li wan deverên bombekirî bûna. Ev deverên hatine bombekirin Cebel Zawiye, Zaqûm û Sehl El Gabê ne.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê li ser rûdana li Idlibê got, ‘’Diviya leşkerên Tirk ne li wê herêmê bûna. Artêşa Sûriyê li gel milîtanên li Idlibê li leşkerên Tirk jî da. Artêşa Rûsya li ser agahiyên ku leşkerên Tirk birîndar bûne, ji bo ku artêşa Sûriyê agirbestê bike, gavên hewce avêtin. Hêzên hewayî yên Rûsya di êrîşê de cih negirtin.’’
Dev ji S-400’an berde
Herçî Emerîka ye, derdê wê berjewendiyên wê bûn. Wezareta wê ya Karên Derve got, ‘’Em li gel hevalbendê xwe yê NATO’yê Tirkiyê ne” û lêbelêya xwe bi Sefîra xwe ya li NATO’yê Kay Bailey Hutcshison îfade kir: ‘’Dive Tirkiye bibîne bê ka kî dostê wê ye û kî dijminê wê ye”. Wê piştre bang li Erdogan kir da ku dev ji S-400’an berde.
NAVENDA NÛÇEYAN