AKP ev şerefa sextekariyê jî
belavela kiriye, tu peyv nehîştine ku mirov bikane pê vê diyardeya
ketinê venivisîne. Di cihanê de her tişt di nava hin hoye û çarçoveyan
de pêk tê, ji vê pêkhatinê re şerefa wê tişt û diyardeyê tê gotin. Ango
ketin, bêşerefî, durûtî, xwînxwarî û sextekarî jî, li gor etîka xwe
xwedanê hin sînoran e. Dema ev ji van sînoran derbaz bû, şerefa wê
diyardeyê jî paymal dike. Ku gava mirov di nava vê çarçoveyê de li
rastiya vê diyardeya nerênî dinêre, dibîne ku serkariya AKP ya di
serkêşiya Erdogan de şerefa sextekariyê jî lewitandiye. Ez bawer dikim
ku êdî sextekar, virker û kalpazan jî ji vê bê rêgeziya sextekariya wan
ditirsin û ji wan direvin.
Bi qêrîn û hawarê bi boblatên çiyan di ser
xwe de werdigerînin ku qaşo xwe parastina bi zimanê zikmakî anîne
meclîsê, vê jî wek bombeyeke lutfê teqandin. Lê bi sextekariyeke wisa bê
hempa û bi dek û dolab, li hemberê wê ehlê taritiyê jî, dev-vekirî man.
Ango yasaya heyî ji vê yasayê çêtir e.
Ev yasaya bi neştera
sextekariya AKP wiha ye: „Li pey tewanname hate xwendin, bersuc tenê
dikane li ser vê tewannameyê dîtinê xwe bi zimanê zikmakî bibêje. Li pey
jî, divê bersiva her pirsî bi Tirkî bide. Dîsa bersuç mecbûr e ku
pereyê wergêr bide. Ango mecbûre ku mafê xwe yê xwezayî ji wan bêîmanan
bi pereyên xwe bikire. Li pey jî her tişt li ser wîjdana dozgerê
fetullahî tê hîştin!“
Ango bi gotineke gelek vekirî, bi sextekariyeke
xapînok, di bin navê destûra xweparastina bi zimanê zikmakî de, ev bi
gotinên belovajî zimanê zikmakî qedexekirin e. Lê vê jî çawa ku
daxwaziyeke Berxwedêrên gireva birçîbûnê pêkanîbe, hem di çapemeniya xwe
de û hem jî bi devê wan bombeyên xirifî yên çapemeniya Tirkê
xwedîgiravî „kurt aydini“ di bazara sextekariya bêpîvan de difiroşin
gelê Kurd û Tirk! Ev rastiya jî rastiya wan nîşan dide. Ango ew tenê bi
sextekarîyeke bêpîvan û bê perwa dixebitin ku vê serhildana di rêberiya
Qehremanên bi beden û vînên xwe yên mîtolojîk bi gireva birçîbûnê
gihandiye qeda herî berz û li cihanê pejneke gelek xwirt vedaye, têk
bibe.
Di majareya lêkolîna tewanbarê fermana kuştina ciwanên
Roboskiyê daye de jî, berdevkê AKP bi wê tikbûriya şovenîzma netewe ya
serdest bi heman awa sextekariyê li meclîsê got: „Em nikanin fermandêr
kujeriya Roboskiyê tespît bikin!“ Rast ,e nikanin vê bixwe tespît bikin,
lewre fermandêr ew bixwe ne.
Li Almanyayê wezirê Erdogan got, „683
kes di gireva birçîbûnê ya mirinê de ne.“ Lê Serkêşê wan Erdogan li
çavên cihanê mêze kir, bombeyeke ji viran wisa teqand ku, bêhneke genî
da, lê dîsa jî ruçikê wî hîç sor û morê hev nebû. Edî ew bi şerefa
derewan, yan bi şerefa sextekariyê lîstin bû, yan tiştek din bû, ez wê
nizanim.
Kolomnîsteke Tirk behsa gotina Turkeş ya ku wî di dema
cuntaya danzdehê rezberê de gotibû, kiribû. Turkeş wê çaxê gotibû; „Em
di girtîgehê de ne, lê dîtinê me li ser kare.“ Ev rastî îro jî derbas
dibe. Ango her çendî bi sextekariya rêlêvekirinan, peyvên demokrasiyê jî
, bi rê kevin, bi tevahî hê ji MHP û yên ji wî wê de faşîsttir in.
Dema
mirov kodên serkariya bîzansan, yên osmaniyan, yê sentêza turk îslam,
yê kuçeyên bajarekî wek mînak Qasimpaşayê, dek û dolabên dîktatorên
Rojhilata Navîn bi sermaya ranta pilingên Anatolyayê re digîhîne hev,
dibîne ku wek encam ev serkariya AKPê ya bi şerefa sextekariyê jî
lîstîye derdikeve pêş me. Ku girêza bi devê tirşikçiyên li welatê me
ketî jî tevê vê gevola heram bû, êdî sextekarî jî, derew jî, bêbextî jî,
ji wan ditirse û direve.
Di mijara fîzîkê de dema germahî kete binê
sifirê „av“ dicemide. Lê ev wekî pîvan nayê girtin, cemidandina
nîtrojenê wek pîvan tê girtin, ev jî bi dehan derece di binê sifrê de
ye. Eger sextekarî sifir be, ev dek û dolabên AKP û serkêşê wê hîna deh
qat di binê cemidandina nîtrojenê de ye. Vir û boblatên wan jî her wisa.
Ji
ber rastiya weneyê AKPê û serkêşê wê, divê mirov tu peyman bi wê re
çêneke, ji bo siberoja gelê me û mirovahiyê vê kunêra ketiye pêsîra me
ji ser rûyê erdê bi kewakirinê biqewitînî. Yên ku hê bi wan bawer in,
yan jî di siya wan de dimeşin jî, divê mirov di çengeyekê timarxaneyê de
bide tedawîkirin, wek mînak wan kesên wek bombeyên çapemeniya AKPê.
Şerefek Sextekariyê jî heye