Piştî rakirina darên hişk, komîteyê li derdora riyên çûyîna bazarê darên nû çandin. Ji bo parastina avê ev dar bi sîstema dilopan tên avdan û ji bo wê gelek depoyên avê hatine danîn. Depoyên avê bi reng û durişmeyên tabyet ên pêkhateyên bajar xemilandî ne.
Beriya bi çend rojan komîteyê karûbarên sererastkirina Çerxereya Serêkaniyê-Hesekê jî bidawî bûn. Çerxere bi peykerekî hunerî mezin yên nîşanî gerdûnê dide hatiye xemilandin. Her wiha li Çerxereyê ji madeya cebsînê pirtûkeke vekirî hatiye çêkirin. Li ser nivîsa gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Eger di îslamê de cewherekî şoreşgerî hebe, em baştirîn nûnertiya vî cewherî dikin" heye.
Derbarê misyonên Komîteyê û karên ku pêk anîne de Hevserokê Komîteya Hawîrdorê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Şerêdariyê Mustefa Elî got: “Ji bo ku xemla bajêr lê bê vegerandin, me tora avê sererast kir, me dar li parkan çandin û me çerxeriya sereke ya li ser riya bajarê Hesekê sererast kir‫.”‬
Ji bo projeyên Komîteyê yên bê Elî got: “em niha peykerekî sembolîk û peykerên hin kesayetên kurdî yên dîrokî û têkoşeran çêdikin û li deverên sereke yên bajêr em ê wan bi cih bikin. L parkên bajêr jî dar tên çandin.”‬




RONAHÎ XELÎL/SERÊKANIYÊ