Li Serêkaniyê şervanên YPG'ê piştî pevçûnên dijwar,  komên çekdar ên di dêrê de xwe bi cî kiribûn derxistin û Dêra Suryanî ya Ortodoks ji komên çete rizgar kirin. Pevçûnên li bajêr hîn didomin. Di şerê 15 rojan de şervanên YPG’ê tax û herêmên wekî Ebrê, Riya Hesekê, derdora depoya avê, navenda bazarê bi temamî ji komên çete rizgar kirin.

Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera şervanên Yekîneya  Parastina Gel (YPG) û komên çete ku bi desteka Tirkiyeyê êrîşî Serêkaniyê kirin û dest bi talankirina malên sivîlan kirin kete roja xwe ya 15’an. Piştî ku şervanên YPG'ê bersiva êrîşên komên çete dan pevçûnên dijwar rûdan. Di encamê de gelek kuştiyên komên çete çêbûn û 11 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha gelek welatiyên sivîl bûn hedefa segvanên komên çete û herî dawî duh welatiyek 75 salî ji aliyê komên çete hate sûîqestkirin.  Beriya çend rojan jî 2 jinên ciwan bi topa ku mala wan ket jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên din birîndar bûn.
Komên çete ku li beramberî  bersivdayina şervanên YPG'ê tengav bûne, xwe di cihên pîroz de bi cih dikin û ji wir êrîşê welatiyan dikin.  Duh di encama berxwedana şervanên YPG'ê komên çete ku di Dêra Suryanî ya Ortodoks de bi cih bûbûn,  ji wir êrîşî sivîlan dikirin bi temamî hatin derxistin.
Di heman demê de şerê di navbera şervanên YPG'ê û komên çete de li taxa Mehetê û derdora çargoşeya ewlekariyê berdewam dike. YPG’ê pêr gelek cih ji bin kontrola komên çete derxistibûn û komên çete yên ku li taxa Mehetê hewl didin ku careke din van ciha bi dest bixin.
Her wiha çekdarên ku hewl didin ku careke dêrê û taxa Ebrê bixin bi kontrola xwe li beranberî berxwedana şervanên YPG'ê hatin û pevçûn dijwar rû dan. Li derdora gundê Tiwêmîn yê 7 kîlometre dûrî başûrê Serêkaniyê ye şer qewimî. Hat ragihandin ku komên çete derbek mezin xwarine û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûne. Her wiha di vî şerî de şervanên YPG’ê gelek endamên çete jî dîl girtine. Hat hînbûn ku Tabûra Şuheda-î Eldahiriye xwe ji nav şer paş de vekişandine.
Di encama şerê 15 rojan de şervanên YPG'ê tax û herêmên wekî Ebrê, Riya Hesekê, derdora depoya avê, navenda bazarê û herî dawî herêma çargoşeya ewlekarî ku wekî navenda saziyên rejîma Sûriyeyê dihat naskirin û cihê herî bi ewle yê Serêkaniyê  ye, derxistin û ji komên çete bi temamî paqijkirin. 

ANF /SERÊKANIYÊ  




Komên çete roketan li serxetê dibarînin

Li Serêkaniya serxetê gule dibarin. Komên çete 4 guleyên roketan avêtin serxet. Endamên çeteyan şêva din 3 gule avêtin û li dîwar û hewşa mala Alîkarê Şaredarê Serêkaniyê Muzaffer Acet ket. Li aliye din polîsên ku çûn cihê bûyerê û li ser guleyên roketan lêkolîn dikirin guleyek din a roketê ket navbera wan.
Ji ber şerê Serêkaniya binxetê gelek guleyên çekan û roketan hatin serxetê û ketin nava taxên Serêkaniya serxetê. Şevê din gelek guleyên çekan û 3 guleyên roketê ku ji aliyê komên çete ve hatin avêtin li mala alîkarê Şaredarê Serêkaniyê Muzaffer Acet a li taxa Mehmet Akif Ersoyê ketin. Guleyên ku li hewşa malê ketin ji ber neteqiyan tiştek bi kesî nehat.
Alîkarê Şaredar Muzaffer Acet der barê hedefgirtina mala xwe de diyar kir ku komên çete rasterast wan hedefa girtiye û wiha got: “Endamên çeteyan bi zanebûn li ser sivîlan û welatiyan guleyan dibarinin û sivîlan dikin hedefa xwe. Endamên çeteyan malên li hemberî parka Azadiyê gulebaran kirin.”  Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî destnîşan kir ku rayedarên dewletê mala alîkarê şaredar nîşanî komên çete daye û wan jî guleyên roketê avêtine malê.Piştî guleyên roketan hatin avêtin serê sibê li gel polîsan gelek endam û rêveberên BDP'ê jî hatin cihê bûyerê.  Gelek welatiyên ku li taxa Mehmet Akif Ersoy dijîn ji tirsan malên xwe terk kirin û yên din jî newêrin ji malên xwe derkevin.  Hat zanîn ku heta niha 8 guleyên ketine. 

DÎHA/RIHA