
Komîsyona Jêrîn a di bûnyeya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsa Tirk a derbarê tevkujiya ku li gundê Roboskê yê girêdayî Qilêban a Şirnexê pêk hat û 34 kesan jiyana xwe ji dest da hatiye sazkirin doh roparo ji aliyê mufetişên Wezareta Karê Hûndir ve hatibû amade kirin nirxand. Ropar a bi qaşeya 'veşarî' lê hebû û ji 200 rûpelê pêk dihat nedan parlementerên endamê komîsyonê, tenê ji bo lêbikolin ji wan re hate xwendin. Noqteya herî balkêş a di raporê de cîh digire ewe ku bûyer weke 'operasyon' hatiye binav kirin. Wezareta Karê Hûndir vê operasyona mijara gotinê di çerçoveya tezkereya meclîsê ji bo Serfermandariya Giştî nas kiriye digire dest û balê dikişîne ku ji aliyê Serfermandariyê ve hatiye pêk anîn.
'Kê operasyon daxwaz kiriye ne diyar e'
Di raporê de tê diyarkirin ku daxwaza balafira bê mirov û daxwaza operasyonê ne ji aliyê Fermandariya Tumena Sînor a Jandermeyan a 23'emîn hatiye. Her wiha tê diyarkirin ku ji bo fêrbûna daxwaza pêkanîna vê operasyonê jî divê serî li fermandarên têkildar werê dayin. Dîsa di raporê de tê destnîşan kirin ku beriya fermana êrîşê were dayin ji fermandarên herêmî agahî ne hatiye standin lewra ji encamê jî dê ev fermandar ne berpirs bin. Bi vê yekê re jî tê gotin ku ew difikirin ji bûyerê, "fermandarên asta jor li gor payeyên xwe li gor rêz û hiyarerşiyê berpirs bin". Dîsa tê destnîşan kirin ku hatiye tesbîtkirin ku piştî bomberdimanê gundî çûne cihê bûyerê lê belê tevî ev hatiye dîtin jî ji navenda alîkariya lezgîn ji bo ketina nava tevgerê tu ferman ne hatiye dayin.
'Di nav wan de PKK'î tune bûn'
Di raporê de bi baldarî tê destnîşan kirin ku di nava kuştî û birîndaran de PKK'î tune ne û wiha tê gotin: "Di dîmenên balafirên bê mirov ên 28'ê Kanûnê de tu agahiyên spesifik (berbiçav-taybet) ên ku di nava komê de PKK'î hene an nînin cîh nagirin." Her wiha di raporê de ev tesbît jî cîh digire: "Koma civiya beriya saetekê ne digihişt noqteya herî nêz a leşkerî. Lewra diyar dibe ku pêwistî bi mudaxeleyeke bi vî rengî tune bû."
'Agahiyên îstîxbaratê tune ye'
Di raporê de agahiyên derbarê îstîxabaratê de jî cîh girtin û tê gotin ku di 28'ê Kanûnê de îstîxabaretek a derbarê mijarê de ne hatiye rojevê. Îstîxbaratên MIT'ê yên yehî ji bo demên borî bûn. Her wiha bi dîmenên Heron'an fermana êrîşkirinê nikar ewere dayin û ji bo vê yekê jî pêdiwî bi hebûna agahiyên îstîxbarî heye. Di raporê de hatiye xwestin ku hin fermandarên li tumenê wezîfedar werin lêpirsîn kirin lê belê ev yek jî ne ji bo bûyerê bixwe tenê ji bo dereng çûyina cihê bûyerê be.
DÎHA/ ANQERE