LUQMAN GULDIVÊ / NAVEMDA NÛÇEYAN


Fermandara hêzên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Rosyar Vejîn der barê rewşa dawî ya li Şengalê de ji rojnameya me re peyivî û îdîayên dibêjin wan êrişa destpêkê kiriye, yên derbarê cihgirtina çeteyên ENKS´ê di operasyona Reqayê de û nûçeyên reşkirinê hemû wekî hewldanên sergirtina êrişkarî û dagirkeriyê nirxandin.

Fermandara hêzên YJŞ´ê Rosyar Vejîn, îşaret pê kir ku rewşeke sekinîna şer heye, û da zanîn ku ji bo wan ji bo aştiyeke di navbera aliyan de, divê çeteyên dagirker heta bi mewziyên xwe yên beriya hewldana dagirkeriyê biçin. Li ser vê mijarê Fermandar Rosyar Vejîn wiha peyivî: “Berê, ew erazî di bin kontrola YBŞ/YJŞ´ê de bû. Me di destpêkê de ji wan bi zimanekî maqûl û xweş got, nabe hûn werin vir. Lê wan roja destpêkê hîna êriş kir, heval jî bûn navbeynkar, êrişî wan jî kirin. Pozîsyona niha wisa ye ku em ji diyalogê re jî ji şer re jî amade ne. Lê ji bo me ya herî li pêş ew e ku em helwêsteke rast a beramberî axa Şengal û Êzîdxanê bidin çêkirin. Em bi ti awayî qebûl nakin ku ew deverên dagirkirî bernedin. Lewma ew çete ne, ne Êzîdî, ne ji vê axê ne, em wan qebûl nakin. Ew derkevin em ji diyalogê re amade ne.”

Dixwazin fermaneke din bînin serê Êzîdiyan

Li ser pirsa amadekariyên eskerî yên çeteyan jî Rosyar Vejîn got, “Hêzan komî ser hev dikin. Dibêjin em dixwazin sînoran kontrol bikin, bila bikin. Li deverê di bin kontrola xwe de çi dikin bila bikin. Lê nabe ku ew di herêmên Êzîdiyan ên di bin kontrola me de derbas bibin. Amadekariyên xwe dikin. Teqwiye dikin hêza xwe, dixwazin dagirkeriyeke wiha amade bikin. Dixwazin weke fermana DAIŞ´ê, rewşeke wiha bînin serê gelê Êzîdî.”

Bi êrişan bersiv dan gotinên maqûl

Gava me îdîayên dibêjin pêşî hêzên YBŞ´ê êrîş kirine, bi bîr xistin, Fermandara YJŞ´ê wiha li vê vegerand: “Dîmen hene, delîlên me hene ku ku ew dagirker û êrişkar in. Gerîlayên HPG´ê û YJA Starê çawa bûne navbeynkar jî xuya ye. Me tenê ji wan re got, ev dever di kontrola me de ye û nabe hûn derbas bikin. Me ev der bi xwînê girt. Her kes, dinya şahidê wê ye ku pêşmergeyên PDK´ê hemû ev der berdan û çûn. Gerîlayên Kurdistanê ji çiyê hatin ev der parastin û piştre YBŞ û YJŞ´ê ji bo azadkirina Êzîdxanê xwe bi rêxistin kir û ev dever bi xwîne xwe rizgar kir. Ji ber wê bi zimanekî xweş û maqûl me ji wan re got, nekevin axa me. Wan bi xwe êriş kir. Ev îdîayên hanê ne rast in.”

Şengalî yekwucûd vê dagirkeriyê red dikin

Li ser pirsa elaqedarî tifaqa Êzîdiyan jî Rosyar Vejîn, pêşî îşaret bi helwêsta gelê Êzîdî kir ku li hemberî dagirkeriyê bi tifaq tevdigere û ji bo helwêsta aliyên siyasî jî wiha peyivî: “Ev hêzên çete, berê ji xaka rojava reviyane, li deverên din hatine perwerdekirin û niha dixwazin fermanê li Êzîdxanê rakin. Gel jî wisa difikire, dibêje ti karê ENKS´ê yan jî pêşmergeyên Roj li Şengalê nîne. Ev kesên xiyanetkirî ne û dixwazin fermanê li Şengalê bimeşînin.”

Li ser mijarê, Vejîn îşaret nexasim îşaret bi xelkê li Şengalê kir û got, “Hemû kesên li Şengalê dimînin, nerazîbûneke mezin heye. Ew vê rewşê qebûl nakin. Naxwazin ev dagirkerî dewam bike, wê weke fermanê dibînin û wisa dinirxînin.”

Bi îdîayên reşkirinê dixwazin ser dagirkeriya xwe bigirin

Li ser îdîayên li ser navê Pêşmergeyên Roj, ên ku digotin, ew ê di ser Tel-Efer re tevlî operasyona Reqayê bibin, YP´ê destûra wan nedaye, wekî hewldana girtina ser êrişkerî û dagirkeriya çeteyan bi nav kir û wiha peyivî: “Ji xwe re, bi xwe rojevê çêdike, dixwaze wisa bide qebûlkirin. Kesekî em li ser mijareke wisa agahdar nekirine. Ne PDK, ne alieykî din em agahdar nekirine. Tenê, me dît wî hatine xaka me dagir bikin. Beriya aloziyê jî ti agahdarkirina me çê nebûye, û ev îdîa bi temamî derew e.”

Li ser îdîayên bi aramca reşkirina YBŞ û YJŞ´ê yên wan weke beşek ji Heşd el-Şeibî didin nîşan jî Rosyar Vejîn got, “Gerîlayên HPG´ê destpêkê em perwerde kirin. HPG´ê pêşî ev artêş perwerde kir û niha bi xwe, em xwe bi rê ve dibin. Em bi her kesa dixwaze xizmeta vî gelî bike hurmeta me heye, lê em dixwazin vî gelî bi xwe biparêzin.”

Bila dinya helwêstê nîşan bide

Fermandara YJŞ´ê Rosyar Vejîn bi bîr xist ku gelê Êzîdî bi fermanan re rû bi rû maye, birînên kûr di bedana wî de hatine vekirin û ev bang kir: “Ji bo kewandina van birînan ji dest kê çi tê, divê deriyê xwe li vê xizmetê veke. Em jî dixwazin weke hêzên YBŞ û YJŞ xizmeta gelê xwe bikin û karibin gel hemberî hemû fermanan biparêzin. Hêviya me ji tevahiya cihanê ew e ku helwêsta xwe li hemberî vê êriş û dagirkeriya dixwazin li ser gelê Êzîdî ferz bikin, nîşan bidin.”