Li navçeya Wanê Ebexê, yek ji bermahiyên dîrokî yîn Kurdan jî Keleha Kok Axa ye. Keleha Kok Axa sedsala 18'an ji aliyê Kok Axa yê Êzdî ve hatiye çêkirin. Lê belê ji ber ku xwedî li vê berhema dîrokî nehatiye derketin, û ev berhema dîrokî ya ji avahiyên rabihuriya KUrdan e, nehatiye restorekirin. Di encama bê xwedîbûnê de jî keleh hilweşiyaye. Dîsa jî zindana kelehê di hundirê kelehê de li ser piyan maye. Welatiyên deverê behsa çîrok û serhatiya Kok Axa dikin. Ev serhatiye gihiêtî roja me ya îro weha ye; dema komkujiya Ermeniyan, di alozoya di navbera Kurdên misilman û êzdî de çêdibe. Li gorî vê serhatiyê di heman demê de Kurdên Êzîdî jî tên qetilkirin û neçar dibin koçber bibin. Li riwazetê, tê gotin ku di zindanê de Êzîdî, Kurd û Ermenan her kî be, heke sûc kiribe di vê zindanê de hatine cezakirin.


Keça Kok Axa Dilşahê zindan bi rê ve biriye

Keleh hakim e li ser deşta ku xwedî erdekî bi xêr û bêr e, kelehê pişta xwe daye çiyayê Arikelleyê, li rojhilatê wê gundê Golesor ji rojava jî gundê Kubuqayê hene. Di zindanê de 12 ode hene, zindan bi verotin û kolana latan hatiye çêkirin. Li gorî riwayetê keça Kok Axa ya bi navê Dilşahê ev zindan bi rê ve biriye. Kesên ku li hemberî jin û zarokan sûc kirine yan jî li hemberî cîranên xwe sûc kirine di zindanê de hatine cezakirin. Ango bi awayekî ji awayan zindan weke cihê pêkanîna edaletê hatye dîtin.


Hê jî bawerî heye bi edaleta zindanê
Keleh ji aliyê defînegeran ve hatiye texrîbkirin lê ligel vê yekê jî du noqteyên nobetê yên zindanê li ser piyan e. Gelê heremê hê jî bi edeleta zindanê bawer in, ji ber vê yekê jî li dijî neparastina zindanê nerazî ne. Gundiyên ku dibêjin desthiladar di nava gelê herêmê de bûne sedema komkujiyan, hesreta xwe ya demên borîîfade dikin. Gundiyên gundên li derdorê dixwazin gelên Êzîdî û Ermenî vegerin ser axa xwe. Xelkê deverê weha bawer dike ku edaleta siyasî û aborî di serdema Kok Axa de pêk hatiye. Xelk wekî din bawer dike ku jin bi hêza xwe edaletê di navbera gelan de jî pêk tîne. Bi vî rengê xwe keleha Kok Axa efsaneyeke li ser piyan e ku di latan de hatiye verotin.



HULYA EMEÇ/DIHA/ WAN