Şerê mezhebî yê di navbera Sunî û Elewiyan li Sûriyeyê de her ku diçe gurtir dibe. Ev şer di destpêkê de serhildanek gelerî ji bo maf û azadiyê bû. Wek dengvedanek sûriyeyî ji “Buhara Ereban” bû. Bi demê re û piştî gelek dest ketin nav, dewrî şerekî mezhebî bû. Welatên Ereb, di serî de Saûdî Arabistan û Qeter dixwazin desthilatdariyê ji destê Elewiyan bigrin û bixin bin destê suniyan. Ew bawer dikin ku bi vê yekê, dê Iran û Şîiên Iraq û Lobnanê qelis bikin.
Li aliyekî din, Iran û hêzên Şîi li Libnan û Iraqê eşker pişta Esad digrin û rûxandina rejîma wî wek “tahlûkeyek mezin” li ser hebûna xwe dibînin. Jixwe beriya demekê musteşarê ewlekariya netewî li Iraqê Miwafeq al-Rubey diyar kir, ku eger rejîma Beşar Esad têk biçe, Iraq zirarek mezin dibîne!.
Ji ber vê yekê “welatên Şîi” bi hemû hêza xwe destekê didin rejîma Sûriyeyê. Ev destek siyasî û eskerî ye. Jixwe Iran gemiyên şer jî dişîne Sûriyeyê û çekan ji bo Esad bi rê dike. Tê gotin ku efserên iranî û yên ji rêxistina Hizbulah a lobnanê jî alîkariya hêzên Esad dikin û hewl didin ku serhildana welatiyên Sûriyeyê têk bibin.
Welatên Ereb bi serkêşiya Saûdî Arabistan niha pêwendiyan bi Rûsya û Çînê re xurt dikin û hewl didin van 2 welatan reşewt bikin, da ku destê xwe ji vê “pirsgirêkê” bikşînin û dawî li hevkariya xwe ya bi rejîma Esad re bînin. Nerînek heye dibêje ku welatên Ereb dixwazin ev şerê li Sûriyeyê hinekî din jî dirêj bike û teklîfa wê zêde bibe, da ku “Buhara Ereban” bibe buharek bi xwîn û gelên van welatan tu carî bi raperînekê li dijî desthilatdariya wan serî hilnedin.
Ev nêzîkî 3 heftiyane artêşa Esad taxa “Baba Emero” ya Humisê dide ber tank û topan. Bi qasî 1000 sivîl nişticihên vê taxê kuştine. Herî dawî 2 rojnamevanên biyanî jî kuştin. Esad dixwaze vê taxê bike “deris” ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê. Wan çavtirsandî bike û terorê li ser wan bimeşîne. Jixwe Humis bûye navenda şerê Sunî û Elewiyan. Her 2 aliyan heta niha bi sedan kes ji hev kuştine.
Her ku diçe tevgera veqetandina eskerên Sunî ji artêşa Esad zêde dibe. hema di rojên dawî de bi qasî 5000 esker veqetiyan û tevlî “artêşa Sûriyeyê ya azad” bûn. Efserkî payebilind di hêzên istixbarata Sûriyeyê de ku niha li Qahîreyêye diyar kir ku hema hema hemû efserên kêmmezheba Elewiyan xwe girêdayî Esad dibînin û bi hemû hêza xwe berevaniya wî dikin û muxalefan dikujin. Esad dikarîbû elewî bi xwe ve girêdabana. Niha gelê Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku eskerên sivîlan dikujin hemû elewî ne. Jixwe Esad beriya demekê ji berpirsyarekî lobnanî re gotibû, ewê wek alternatva dawî “dewletek Elewiyan” ava bike!.
Li gori texmîninên hin aliyên navnetewî yên serbixwe dê Esad karibe ji vir heta 5 mehên din xwe bigre. Ji ber ku dewlet li iflasê dikeve û artêş jî her ku diçe ji hev dikeve û diweste. Di vê dema dawî de xwepêşandanên li Şam û Helebê jî zêde bûne. Artêşa Esad wek her car gule bi ser xwpêşandêran re reşand û bi dehan kes kuştin. Her ku diçe xwepêşandan li van her 2 bajarên mezin( ku nîvê welatiyên Sûriyeyê li wir dijîn) berfireh dibin.
Hêzên muxalif yên Sûriyeyê êdî eşkere doza mudaxeleyek eskerî dikin. Ew dibêjin eger ne bi êrîşek eskerî be, gelê Sûriyeyê nikare Esad birûxîne û dê Esad bi dehhezaran sivîl bikuje. Niha rêjeya kuştinê li Sûriyeyê bûye her roj 100 kes. Piraniya welatiyan çek hilgirtine û berevaniya xwe dikin. Hêzên Esad ne tenê xwepêşandêran dikujin, lê ew her weha tecawizî wan jî dikin û milik û malên welatiyan jî talan dikin.
Eger rojava helwesta xwe li nhimberî Sûriyeyê neguherîne, dê ev şerê bixwîn berdewam bike. Gelê Sûriyeyê nikare bi tena serê xwe Esad têk bibe. Esad jî nema li ser welatiyan vedigere. Wî biryar daye ku mîna bavê xwe bi dehhezaran bikuje. Jixwe ew “Destûra Bingehîn” a amedekiriye nîşana wê yekê ye ku ew xwe ji bo bi dehên salan li ser desthilatdariya Sûriyeyê amede dike.
Di “Destûra” Esad de tiştekî nû nîne. Kurd bi carekê nehatine bi nav kirin. Desthilatdarî hemû di destê serokê dewletê de dimîne. Lê eger rewş weha bidome û serhildana gel berdewam bike, dê Esad nikaribe ji bo 19 salên din serokatiya Sûriyeyê bimeşîne. Her weha ewê nikaribe ji bo kurê xwe “Hafiz” bêje “ev serokê pêşerojê yê Sûriyeyê” wek çawa beriya çedn salan ji rojnamevanekî amerîkî re ragihandibû…
Serhildan wergeriya şerê mezhebî!