KJK: Divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê serhildana gelê Şêladizê û Dêrelokê rast fêm bikin. Ev serhildan di heman demê de ji bo kesên ku polîtîkaya xwe ne li gorî yekîtiya neteweyî pêk tînin jî peyamek e.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê, KJK’ê derbarê hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Serhildana gelê Şêladizê de daxuyaniyek da. Koordînasyona KJK’ê Serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pîroz kir û got, “Ev serhildan di dîroka Başûrê Kurdistanê de gelekî girîng e.”
KJK’ê bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û got, “Di nava salê de hema bibêje, her roj êriş hatin kirin û bi dehan cihên sivîlan hatin bombekirin. Em van êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Di 23’ê Çileyê de ji ber êrişên balefirên şer ên artêşa Tirk 4 mirovên welatparêz şehîd bûbûn û di serhildana Şêladizê de jî 2 welatparêz hatin qetilkirin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em ê bi helwêsta berxwedana neteweyî xwedî li bibîranîna van welatparêzên xwe derkevin.”
Helwêsteke watedar e
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku helwêsta gelê Şêladizê, Dêrelok, Dihok û Başûrê Kurdistanê ya li dijî faşîzma dewleta Tirk têra xwe watedar e û got, ”Serhildana gelê Şêladizê gelekî girîng û watedar e. Gelê me bi helwêsta xwe diyar kiriye ku li ser axa xwe ti carî hêzeke dagirker naxwaze. Ev serhildan li dijî dagirkeriyê ye û bersivek e ji bo kesên ku li dijî dagirkeriyê bêdeng dimînin.”
Hebûna Kurdan înkar dikin
KJK´ê di dewamê de got, ”Dewleta Tirk hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye. Faşîzma dewleta Tirk ne bi tenê Bakurê Kurdistanê, bi polîtîkayên xwe li ser hemû Kurdistanê gefeke mezin e. Dewleta Tirk li Cizîr, Sûr, Silopî, Roboskî û Efrînê qirrkirina Kurdan ji xwe re kiriye sedema hebûne, û di êrişên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de jî heman armanc heye. Helwêsta êrişkar a dewleta Tirk a li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê û di dagirkeriya Kerkûkê de tê zanîn. Bi van êrişan re dixwazin hebûna Kurdan înkar û îmha bikin.”
Divê peyama Şêledizê bên fêmkirin
KJK´ê di dawiyê de got, “Divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê peyama gelê Şêladizê û Dêrelokê baş fêm bikin. Ev serhildan di heman demê de ji bo kesên ku polîtîkaya xwe ne li gorî yekîtiya neteweyî pêk tînin jî peyamek e. Lazime bê zanîn, yên ku komkuijyên dewleta Tirk nabînin, wê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên me bin.”
BEHDÎNAN