Doh roja çalakiya global a ji bo avhewayê bû bi navê Greva ji bo Avhewayê. Li seranserê dinyayê li bajaran xelkê bi greva dibistan, zanîngeh, kargeh, girtina rêyan, meşên girseyî ev roja henê kir roja global a greva ji bo avhewayê. Li bajarê piçûk ê eyaleta Hessenê Friedbergê (li Elmanyayê), hîna ji êvara înê (pêncşemê êvarî) ve li ser hemû rêyan banaga beşdariya greva ji bo avhewayê dihat kirin. Ev bajarê piçûk yek ji bajarên keviya Frankfurtê ye. Dîtira rojê gava mirovan zarokên xwe birin dibistanan, yan jî berê xwe dan kar û barên xwe jî ev nivîs li ber çavên wan bûn. Xelkê keviya Frankfurtê jî bi pirranî li Frankfurtê kar dike. Gava doh sibehê xelkê beşdarî greva ji bo avhewayê nebû, berê xwe da bajrê, li gara navendî ya bajêr, komeke ji 20-30 kesan rê girtibû û heta bi 4-5 kîlometroyan di nava bajrê de hîna 8´ê sibehê erebe li peyhev bûbûn rêz. Piştre jî wê meş li bajêr pêk bihatana.
Li bajarekî din ê mezin ê hessenê li Darmstadtê ji ber sê garên trênan xelk doh saet 12:00´an kom bû û ber bi meydana Karolinenplatzê meşiyan. Di nava çalakgeran de Kurdistaniyan jî cihê xwe girt. Di her baskê meşê de bi hezaran kes hebûn. Li meydana Karolinenplatzê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a
Li hemû bajarên Elmanyayê çalakî
Darmstadtê dezgehê agahdarkirinê danîn û hem hizra tevgera Kurd a li ser avhewa, ekolojiyê parve kir û hem jî li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xelk agahdar kirin.
Li bajarê Elmanya Hamburgê bi xwe bêhtirî 50 hezar kesî beşdarî çalakiya greva global a ji bo avhewayê bûn. Ciwanên hawîrdorparêz pêşengiya meşê kir û gelek sendîka, partiyên siyasî û saziyan jî destek dayê. Di çalakiya li paytexta Elmanyayê Berlînê de bêhtirî sedhezar kesî beşdar bûn.
FRANKFURT