
Di dîroka Kurdan û Kurdistanê de gelek caran Kurdan li hemberî hêzên serdest serî hildane. Ji berî zayînê di salên 521-522’an de ji serhildana Ferwertîşê Medî û Serhildana Gomadayê heta dewra Komara Tirkiyeyê, di dîrok û herêmên cihêreng ê erdnîgariya Kurdistanê de bi dehan serhildan qewimîne. Kurdan tu carî bêrûmetî nepejirandine. Her tim kuştina xwe dane berçavên xwe lê li hemberî serdestan çok nedane. Bi dehan serhildan û raperînên ku li hemberî serdestiyê pêşketine bi heman rê û rêbazî bi encam bûne.
Egera derketina van serhildanan jî wekî tê zanîn ji ber pêkûtî û neheqiyên serdestan bû. Ji ber ku bi tu awayî rêz û feraset ji hebûna netewa Kurdan re nedihat dayîn, ev yek dibû sedema herî bingehîn a derketina raperînan. Lê ji ber kêmbûna hêz û ligel heviyê ev raperîn gelek caran bi kuştin û darvekirina serekên serhildêran, her wiha bi wêrankirina cih û warê wan têk diçû û bê encam dima.
Bi salan gelê Kurd û pêşengên wan li serî hildane û li ber xwe dane. Serhildana Mala Eliyê Ûnis jî yek ji van serhildanan e ku bi nêzîkahî di salên 1800’de di serdema dewleta Osmaniyan de bi komkujiya gundê Mêlhayê ya ku girêdayî Misircê ye dest pê kiriye lê bi awayekî çalak ev serhildan dîroka xwe digihîjine navbera salên 1925-1937’an ya serdema Komara Tirkiyeyê.
Serhildana malbatê; li Herêma Xerzan,li dora Sasûn, Hezo û Perwariyê rû daye. Li hemberî dewleta Tirk serî rakirine û li ber xwe dane. Eliyê Ûnis, tevî malbat, pismam û dostên xwe endamên vê tevgerê bûne. Malbata Eliyê Ûnis bi têkoşîna ku li hemberî hêzên dewleta Tirk dan, ligel ku ew qas salên dirêj di ser raperîn û serhildanê de derbas bûye jî wekî destaneke qehremaniyê ya serînetewandinê tê binavkirin.
Malbata Eliyê Ûnis tu carî serdestî û zilma dewletê li ser xwe qebûl nedikir. Ji ber ku zilm û zora dewletê li ser xwe nedipejirandin, her tim ji hêla hêzên dewletê ve zext li ser wan hebû. Dewleta ku nedikarî serhildan û raperîna Eliyê Ûnis têk bibe, di wê demê de jî mîna salên 90’î, gundên wan; Mêrgan,Trop, Malaşeref û Newala ji aliyê dewletê ve bi giştî yazdeh caran hatiye şewitandin û bi kavilkirinê re rûbirû mane. Ligel vê zilmê jî malbata Eliyê Ûnis serî netewand û li ber xwe dan.
Dewlet qebûl nedikirin
Bêguman wekî her serdem, serhildan û raperînên ku li hemberî hêzên dewletê pêş ketin, serhildana Eliyê Ûnis jî ji ber kanûnê ne li rê yên dewletê qebûl nedikirin pêk dihat. Dîsa wekî hemî serhildan û raperînan, serhildana malbata Eliyê Ûnis jî parastin û xelasiya xwe ya ji ber zilmê di çiyayan didît. Berxwedêrên li hemberî zilmê serî radikirin, çiya ji xwe re wekî şûn û war hilbijartine.
Planên dewletê yên qirêj
Serdest di her serdemê de ji bo têkbirana têkoşîna li hemberî xwe serî li gelek rê û rêbazên qirêj didin. Dema ku nikare bi serhildêran serî li planên xapînok didin. Di serhildanên ku li Kurdistanê rû dane de jî heman rêbaz hatin bi kar anîn. Xwestin serhildêran bixapîne û têxin kemîna xwe. Di serhildana Eliyê Ûnis de jî heman rêbaz tê ceribanedin. Ji bo ku raperîna malbatê bê şikandin, ji aliyê dewletê ve car caran zagonên efûyê derdiket lê, piştî demekê ku di zilma xwe de israr dikirin, malbat dîsa jî tevî jin û zarokan, berê xwe didan çiyayên herêmê û bi vî awayî li dijî hêzên zordar têdikoşiyan.
Bi giştî ev serhildan tevî car caran rawestîna şer û pevçûnan bi duwanzdeh salan berdewam kiriye. Eliyê serhildêr tevî heşt kurê xwe (Xelîl, Mihemed, Mistê, Evdirehman, Ûnis, Şêxo, Derwêş û Nûredîn) her wiha ligel heval, dost û pismamên xwe li çiyayên herêmê, bi hemû lehengiya xwe têkoşîna xwe berdewam kirine. Piştî Eliyê Ûnis, kurê wî Mihemed pêşengtiya vê raperînê kiriye.
Lehengiya jinan
Di dema herikîna raperînê de, gelek caran ji ber dijwariya şer û pevçûnên di navbera malbat û dewletê de, jin û zarok jî ji neçarî ji şervanan vediqetiyan her wiha gelek caran jî jinên malbatê li hemberî şer û pevçûnên dijwar lehengiya xwe dan nîşandan. Ew bi hemû wêrekiya xwe têkoşiyan û alîkariya şervanên di şer de kirin û wisa jî ew bi tenê nehiştin. Di nav şert û mercên dijwar a rûdanên şer de, bi hêz, têkoşîn û wêrekiya xwe hebûna xwe dan îspatkirin.
Serî netewandin û teslîm nebûn
Wekî her serdemê di dema şer û pevçûnên di navbera malbat û dewletê de, ji her du aliyan jî windahî, kuştin û birîndarî çêbûne. Dîsa hovîtiyên dewletê di vê serdemê de jî tê xuyakirin.
Li aliyê din jî berxwedaneke lehengî jî tê dîtin. Lewre li hemberî dewletî serî natewîne, çong nadeynîn erdê û teslîm nabin. Gulîstana keça Eliyê Ûnis a ku di zindana Amedê de bû, jiyana xwe ji dest dide. Rindêxana bûka Elî ya ku hevjîna Mihemedê Eliyê Ûnis e, tevî kurê xwe Mihyedîn û kesekî bi navê Rizgo ku alîkarî bi malbatê re dikir, di bihara 1926’an de tên kuştin.
Mihemedê Eliyê Ûnis jî bi şik û gumana ku hatiye jehrkirin jiyana xwe ji dest daye.(1930) Li devera Bîrşînê ku nêzîkî navçeya Hezo ye 18 kesên ku xizmên malbatê ne bi hev re ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin.
Her du kurên Eliyê Ûnis; Şêxo di payîza 1934’an de, Mistê jî di payîza sala1937’an de, di dema pevçûnên di navbera wan û dewletê de jiyana xwe ji dest dane. Kazim, Nisredîn,Fedlî û Evdê yên ku endamên malbatê ne, bi Derwêşê kurê Elî re, ji aliyê leşkeran ve dîl tên girtin û tu caran agahî ji wan nayê stendin.(1937) Di Şerê Newala Qeremûsê de jî du neviyê Eliyê Ûnis yê bi navê Elî, Xelîl û kesekî bi navê Mahmê ku pismamê wan e di heman bûyerê de jiyana xwe ji dest didin. (1937) 26 kesên ku ew jî endamên malbatê ne, di navbera gundên wan Trop û Newala de, li pêşberî çavên jin û zarokan gule li wan tê barandin û ew hemû tên qetilkirin.
Bi dehan zarok hatin kuştin û winda kirin
Di hemû şeran de serdestan her tim xwestiye pêşeroja wî gelê ku li hemberî wan serî radike tune bike. Pêşeroja civakan jî zarokên wê civakê ne. Di serhildana malbata Eliyê Ûnis de jî di dema şer û pevçûnan de, bi dehan zarok jî ji ber sedemên cihê yên ji ber zilma dewletê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan zarok jî hatin windakirinê.
MELÎKE ALTAN