Em naxwazin encamên nebaş derkevin holê. Ev berpirsyariya hemû civaka xwedî wijdan û exlaqî ye. Ji ber vê yekê, divê desthilatdarî demildest dawiyê li polîtîkaya tecrîdkirin û îzolekirina Birêz Abdullah Ocalan bîne.
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger ku bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ket roja 90´î. Guven piştî ku di 25'ê Çile de hat berdan, li mala xwe çalakiya grevê dewam dike. Kedkarên tenduristiyê yên ku Guven kontrol dikin, da zanîn ku rewşa wê nebaş bûye û ew ditirsin ku rewşeke nexweş bide der. Malbatên girtiyên di grevê de jî bang li rayedaran kir da ku tavilê tecrîdê bi dawî bikin.
Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan a bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li Tirkiye, Hewler, Fransa, Mexmûr, Şengalê, Silêmanî û Reqqa didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê Mijdarê de dest pê kiribû û îro di roja 90’î de dewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê jî di roja 77’an de dewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 51’î de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî di roja 52’yan de dewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de ne.
Rewşeke nexweş dibe ku biqewime
Leyla Guven a ku ev 89 roj in di greva birçîbûnê de ye, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê dane der. Nema dikare bi tena serê xwe bimeşe, êşa mîdeyê lê giran bûye û bi zehmetî avê vedixwe. Kedkarên tenduristiyê hişyar dikin ku muhtemel e rewşeke nexweş rû bide.
Tê gotin, tansiyona Guven gelekî kêm bûye, bêhal bûye, nema dikare razê, bi zorê avê vedixwe, êşa li mîdeya wê giran bûye, ronahî û bêhn tehdeyê li wê dike. Guven bêyî alîkariyê nikare bimeşe. Heta niha 11.5 kîlo li xwe kêm kirine.
Kedkarên tenduristiyê hişyar kir û got, "Ji ber ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye roja 89'an (îro 90) û êşên li masûlkeyan lê peyde bûne, eşkere ye ku proteîna li masûlkeyan dihele, kêm dibe. Ev yek jî nîşan dide, rewşa wê ya tenduristiyê di her kêliyê de dikare ji nişka ve biguhere û dibe ku rewşeke me naxwazin rû bide."
Dawiyê li tecrîdê bînin
Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) têkildarî grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan li avahiya Şaxê ÎHD’ê yê Amedê, civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên TUAY-DER’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê TUAY-DER’ê Abdulmenaf Kur di civînê de bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û got, “Em jî wek malbatên girtiyan ji bo daxwaza wan bên pejirandin bang li raya giştî dikin û em xwedî li daxwaza wan derdikevin.”
Êşkenceya hucreyê li çalakgeran
Kur got, “Li girtîgehan ji 280´yî zêdetir girtî di greva birçîbûnê de ne. Em wek malbatên girtiyan bi fikar in. Girtiyan dixin hucreyên yek kesî. Di bin navê lêpirsînên dîsîplînê de ceza li wan tên birrîn. Dermanan nadin wan û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Destûra heyetên serbixwe jî nayê dayîn ku biçin serdanê.”
Kur bang li hikûmetê jî kir da ku daxwazên demokratîk qebûl bike û dawî li pêkanînên bêhiqûqî bîne: “Pêkanînên antî demokratîk û faşîzan yên li dijî girtiyan ji serdema 12’ê Îlonê bihûrîne. Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî van pêkanînan bên cem hev û em dixwazin bibin yek deng. Em bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest gavê biavêjin. Divê hemû sazî û dezgehên mafên mirovan û demokratîk jî helwêsta xwe deynin holê û hestiyar tevbigerin. Bêyî ku dereng bibe, divê her kes bikeve tevgerê. Em naxwazin encamên nebaş derkevin holê. Ev berpirsyariya hemû civaka xwedî wijdan û exlaqî ye. Ji ber vê yekê, divê desthilatdarî demildest dawiyê li polîtîkaya tecrîdkirin û îzolekirina Birêz Abdullah Ocalan bîne. Lazim e malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin.”
AMED