Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê Silêman Ehemed diyar kir ku serhildana 12’ê Adara 2004’an çirûska yekem a şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an pêxist.

Îro salvegera serhildana Qamişlo ye. 12 sal beriya niha, ango di 12’ê Adara sala 2004’an de li bajarê Qamişlo di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêra Zorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstikvan û gel derbasî stadyumê bûn, komên nîjadperest ku berê ji aliyê rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin, diruşmeyên li dijî gelê Kurd berz kirin. Li gel dirûşmeyan jî bi keviran êrîşî Kurdan kirin. Polîs û leşkerên rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin.

Li ser vê yekê Kurdan jî parastina xwe kir û di hawara welatiyên di stadyumê de asêmayi, çûn. Di encama van êrîşan û gulebarana hêzên rejîmê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn.

Piştî van êrîşan serhildan li seranserî herêmên Rojava belav bû. Her wiha Kurdên Heleb û Şamê jî serî li dijî hêzên rêjîmê hildan. Di van serhildanan de jî gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Di serlhildanên tevahiya Rojava de bihezaran kes hatin girtin û hinek ji wan jî hatin windakirin.

Lê gelê Kurd serî netewand û hem di warê parastinê hem jî di warê siyasî de rêxistinkirina xwe mezintir kir. Lewma serhildana Qamişlo wekî, “Çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî” tê pênasekirin.


Silêman Ehmed: Şîdeta rejîmê nîşan dida

Bi minasebeta salvegera 12’ê Adarê, Serokê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehemed ku ew jî wê demê di nava serhildanê de bû, ji ANHA’yê re axivî.

Ehemed, diyar kir ku Serhildana Gel û bûyerên wê demê hatin jiyîn, şideta hêzên rêjîma Sûriyê zelal kir û got: “Di wê demê de kîn û nefreta rêjîma Baas diyar bû, gelek ciwanên Kurd hatin giritin. Bi awayekî hovane êşkence li ciwanan kirin. Hin welatiyên Kurd di wê demê de winda jî hene.”


‘Serhildana yekîtiyê bû’

Ehmed da diyarkirin ku gelê Kurd di wê demê de li dijî kîn û nefreta hêzên rêjîmê bûn yek û bi hemû awayî banga mafê xwe yên siyasî û çandî kirin û wiha dom kir: “Xewna gelê Kurd ên Rojava bû ku mafên xwe bidest bixin û bi xwe xwe birêve bibin. Îro jî gelê Kurd serkêşiya Şoreşa tevahiya Sûriyê dikin. Sîstem û projeya gelê Kurd xwestî demokratîk e.”

Ehemed, da xuyakirin ku serkeftinên îro di pêngava Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin berdewama serhlidana 12’ê Adarê ne û wiha domand: “Serhildana 12’ê Adarê zemîn û bingeha şoreşa rast a wijdanê gel destnîşan kir. BI vê yekê jî karîbû bibe nimûneya sîstema herî baş û pêşî ya di herêmê de, hemû pirsgirêkên civakê çareser bike. Em dikarin bibînin serhildana 12’ê Adarê çirûska yekem a Şoreşa 19’ê Tîrmehê saz kir. Ji vir gelê herêmê xwestekên xwe anîn ziman û mafê xwe yên rewa bidestxistin.

Her wiha Ehmed, bal kişand ser rewşa bajarên din ên Sûriyê û wiha pêde çû: “Bajarên din ên Sûriyê ku li dijî rêjîma şovenîst serî hildan, tenê wêranî û xerakirin bidest xistin. Şêniyên wan koçber bûn. Ji ber destwerdana hêzên derve yên wekî Tirkiyê, Siûdiyê û her wekî din tu xizmet ji gelê Sûriyê re nekirin.”


Sîstema herí guncaw e

Ehemed, da xuyakirin ku girêdana gel bi xeta cangoriyên xwe û baweriya wan serkeftinê bi xwe re tîne û got: “Bi vê yekê îro hêza rast ku Rojava û Sûriya Demokratîk diparêze hatiye avakirin û bi vê yekê şerê çeteyan tê kirin.”

Derbarê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de jî Ehemed wiha peyivî: “Rêveberiya xweser û bingeha Neteweya Demorkatîk sîstema herî guncaw ya çareserkirina aloziya li Sûriyê ye. Bi vê yekê dê hemû aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navên bêne çareserkirin. Rêveberiya Xweser bingeha sereke ya civaka hevbeş ava kiriye. Hemû beşên civakê di nava wê de cih digirin. Îradeya gel derketiye pêş, ji komînê destpê dike û bi yekîtiya nerîna hemû beşên civakê de derketiye holê. Rêveberiyê nerîna hemû civak di nava karê hevbeş de kiriye yek.”

Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehemed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Serhildana 12’ê Adarê di dilê me hemûyan de vîna berxwedan û tolhildanê bi cih kiriye. Em deyndarê hemû şehîdan e ku bi canê xwe finda ronahiyê ku em pê riya xwe ronî bikin, pêxistin. Îro em li ser riya wan ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a azad bi beşdarbûna hemû beşên civakê têdikoşin. Li ser bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adarê navê stadyumê bû Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê.”


DÎCLE YÛSIV/ANHA/QAMIŞLO