Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser serhildana gel li Şeladizê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK'ê Di şexsê gelê serhildêr de hemû gelê Başûr pîroz kir. Di serî de malbatên şehîdan, KCK´ê sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.

KCK´ê diyar kir ku Gelê Şeladizê û Dêralokê 26'ê Çile ji bo komkujiyên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê şermezar bike, serhildaneke bêhempa kiriye û got, "Ev serhildan, ne tenê li dijî komkujiyên rejîma Tirk yên van rojên dawî helwêstek e. Serhildan, li dijî polîtîkayên qirrker û dagirker ên rejîma faşîst ên li ser Bakur, Rojava û Başûr pêk hatine.

Dijminatiya xwe nîşan da

KCK´ê bal kişand ser helwêsta dewleta Tirk ya piştî komkujiyê û got, “Serokê rejîma faşîst Tayyip Erdogan di dema Serhildanê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan careke din nîşan da. Erdogan got, “Li Şeladizê tiştekî şaş kirine, me balefir û Amûrîn xw eyên bê pîlot ên bi sîleh (SÎHA) şandin…” Bi vê daxuyaniyê re, serhildana ku Kurdan ji bo jiyan û azadiya xwe pêk anîye, wekî şaşiyekê nirxandin. Bi vê re xwestin bibêjin, mafê lidarxistina çalakiyan a Kurdan jî tine."

Dewleta Tirk parastin

KCK´ê helwêsta Hikûmeta hêrêmê jî wiha nirxand: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke sosret hewl da dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan veşêre. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku serhildana gel a rewa, provokasyon e. Sazî û kesên ku peywira wan ew e li Başûrê Kurdistanê û gelê wê ji êrişan biparêzin, gel dikin berpirsyarê bûyeran. PDK bi salan e bi gotinên wekî, ‘Heke PKK ne li vir be, Tirk jî wê vê derê bombe nekin’ hewl dide gel bixapîne û êrişan rewa bike."

Li  dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bikin

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dawî de ev bang kir: "Divê ev serhildan û çalakiyên demokratîk li her dera Başûrê Kurdistanê werin kirin. Li ser vî esasî, em bang li hemû rêxistinên sivîl, nivîskar, ronakbîr û hunermendên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bikin. Em bang li partiyên siyasî û parlamenê jî dikin ku bi daxwazên gel ên li dijî dagirkeriyê re bin.”

 

 ANF/BEHDÎNAN