Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li gundê Çeqmaqa Mezin a herêma Raco ji bo ewlekarî û siheta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û diyarkirina rewşa wî li gundê Çeqmaqa Mezin civînek lidar xist.

Civîna di çarçoevay hemleya “Serî Hilde” de bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêveberê Navenda Şehîd Eslan, Partîzan Kerkûk li ser nijadperestiya dewleta Tirk û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û da zanîn ku ew ê hemleya xwe dewam bikin.

Partîzan Kerkûkî di axaftina xwe de behsa rewşa Efrîn û Şehbayê jî kir û got, xetera artêşa Tirk a li ser wan herêman zêde dibe û got, ew amade bersiva hemû êrîşên Artêşa Tirk bidin.

Kerkûkî di axaftina xwe de teqez kir ku ciwan wê heta nuqteya xwîna xwe ya dawî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku li ser herêmên wan pêk tên, li ber xwe bidin.

Civîn bi pêxistina meşaleyan û bi dirûşmên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû. 


ANHA / EFRÎN