Ocalan:Dewleta Tirk bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bidin.

 

ERDOGAN ALAYUMAT / MA/ AMED

Bi minasebeta Cejna Remezanê birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmed Ocalan çû Îmraliyê. Mehmet Ocalan der barê serdan û ziyareta xwe de axivî û ragihand, Rêber Apo gotiye: “Dewleta Tirk bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare bigihîje encamê. Divê rê û rêbazên bi rûmet ên aştiyê pêk bîne.”

5’ê Hezîranê, birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmed Ocalan, birayê girtiyên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan seba cejnê çûn Îmraliyê. Piştî hevdîtina li Îmraliyê malbat êvara heman rojê vegeriyan.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmed Ocalan piştî çû hevdîtin kir û şûnde têkildarî naveroka hevdîtinê axivî. Mehmet Ocalan herî dawî piştî çalakiya 50 siyasetmedarên ketibûn greva birçîbûnê, 11’ê Îlona 2016’an bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û dîsa piştî çalakiya greva birçûbênê ya li girtîgehan hemûyan dest pê kir di 12’ê Çileya 2019’an de hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan agahî da û got, Rêber Abdullah Ocalan li ser meseleya Şengalê û siyaseta dewleta Tirk axiviye.

Vê carê lêgerin gelek zê de bûn

Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê û naveroka hevdîtinê wiha got: “20 salin diçim Îmraliyê û têm. Lê yekem car di ziyareta dawî de rastî lêgerînek kûr û giran hatim. Ev pêkanîna wisa bê wate û xerab wekî din li tu cihên din tune ye. Ez pir bêzar û aciz bûm. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştî em di nuqteya yekem a lêgerînê re derbas bûn, em 4-5 nuqteyên din ên lêgerinê re derbas bûn. Piştî van lêgerînên xerab em derbasî girtîgehê bûn. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatibûn. Em kirin du beş. Di beşa yekem de Xwişka Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar hebûn. Di beşa duyemîn de jî Ez û birayê malbata Hamili Yildirim hebûn. 3 malbatên din li odeyên cuda cuda hevdîtina vekirî kirin. Min û birayê xwe jî li salonê hevdîtin kir.”

 

 ´Êdî bila xelkê Şengalê fikaran nekin’

 Mehmet Ocalan, bal kişand ser peyama Ocalan a der barê xelqê Şengalê de û wiha got: “Birayê min Ocalan di dewama hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şengalê, greva birçîbûnê û Rewşa Bakurê Suriyeyê. Min got xelqê Şengalê pir ji te û Tevgera Azadiyê hez dike. Wî jî got ‘Raste ez jî pir ji wan hez dikim. Ji bo azadiya Şengalê mirov dikare qala du bûyeran bike. Bûyera yekemîn Dewrêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heta Reqqayê li qadek pir fireh komkkujî li xelqê Êzdî hat kirin. Lê me li vê qadê qirker û talanker tar û mar kirin. Em di tolhildana xelqê Êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji xelqê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînim. Bila êdî ew fikaran nekin. Bila ew êdî jiyana xwe ya azad ava bikin.’

‘Ji bo azadiyê divê têkoşîn mezintir be´

 Mehmet Ocalan bal kişand ser nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriyê de û wiha got: “Birayê min li ser meseleya Bakurê Sûriye jî got ‘Divê gelên Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir têbikoşin. Lê divê gelên Sûrî hemû tev li vê têkoşîna azadiyê bibin û têbikoşin. Divê ji bo Yekitiya Sûriyê gelên Sûriyê hemû jiyana hevpar ava bikin. Ger ku vê bikin û bi ser bikevin tu hêz nikare bi wan.”

Rêber Abdullah Ocalan li ser grevên birçibûnê jî weha gotiye: “Çalakiyên greva birçîbûnê ji rêbazên tşkoşînê ne. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê û şûnde ger ku dewam bike zerarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin. Tirkiye ketiye pêvajoyeke xetimiye. Ji ber vê yekê Dewleta Tirk bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bidin. Divê rêbazên nû bêne peyda kirin. Bi kuştinê çareserî pêk nayê. Ji bo çareseriyê aştiyeke bi rûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên aştiyeke bi rûmet bêne peyda kirin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.’

Ji malbatan re sersaxî xwest

Rêber Abdullah Ocalan ji bo kesên di pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê de şehîd bûne xemgîniya xwe aniye ziman, ji malbatên wan re yek bi yek sersaxî xwestiye û weha gotiye: “Kesên jiyana xwe ji dest dan zerarek mezin dan min û malbatan. Ev ne rast e. Siyaset heta cihekî li ser çalakiyên greva birçîbûnê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewrûpa, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiye ketin grevê. Yên girtî jixwe di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwediyê şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de nerazîbûna xwe ya demokratîk xurt û berfireh bikin. Ev rêbazek hîn rast e.’

‘Derfet bên dayîn wê ev xetimîn vebe’

 Rêber Abdullah Ocalan li ser çareseriyê jî îşaret bi xalên girîng kiriye û weha gotiye: “Ger derfet bên dayîn ev rêya xetimî û asê bûye wê vebe. Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rê vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.’

Li ser pirsa wê li Îmraliyê hevdîtin bidomin ya na? Rêber Apo gotiye: ‘Ne ez dikarim bêjim rê vebûye û ne jî dikarim bêjim hatiye girtin. Divê em hinek bipên. Ger ku hin qanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî baş û erênî be. Lê ger ku rê bên girtin wê ji bo her kesî bûyerên nebaş û neyînî biqewimin.’ Mehmed Ocalan diyar kir ku Rêber Apo li ser hilbijartina 23’ê Hezîranê ya Stenbolê nepeyivî ye. Rêber Apo di dawiyê de bi wesîleya Cejna Remezanê cejna her kes pîroz kiriye.