Di cîvîneke ku hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim wekî semînardar beşdarî dikir de, babet kombûnên derbarê qedera kurdan û gelên din de bû, bi taybet jî civîna Cenev 2 di rojevê de bû. Bavê Welat (Salih Muslim) di axaftina xwe de behsa hevdîtinên Lozanê kir, ji nişkeve pirsa ew paşayê ku li ser navê Kurdan û Tirkan çûbû Lozanê û dû re xiyanet li Kurdan kiribû, kî bû? Kir. Deng ji kesî derneket an jî dengê hinan nehate bihîstin. Bê îrada ji devê min navê Şerîf Paşa derket. Ya rastî berê jî gelek caran min navê Îsmetê bêyom ku bûbû sedemê wendakirina mafên Kurdan xwendibû û bihîstibû. Lê ev car navekî din çima û çawa ji devê min derket, nizanim? Dû re ez gelek li ser hizîrîm.


Nezanî yan fêrnebûn şerme?

Li vegerê min hindek lêkolîn kir û agahiyên xwe di ber çavan re derbas kirin. Ew şev ez ji derd û meraqan ranezam. Min dît ku min neheqiyeke mezin li takekesekî dîrokî kiriye, Şerîf Paşa li ku Îsmetê ker li ku?! Dibe ku ev ji dewsa perwerdehiya di dibistanên Tirkî de bi min re mabe, lewre her Şerîf Paşa di ew tevliheviya dinê ya salên 1900´î de di nav hewldaneke pir qewî de ye, da ku ji gelê xwe re pariyeke azadî bi dest bixe. Şerîf Paşa li tevahiya Ewropayê ji nêzîk ve hatiye nasîn, dîplomatekî Kurd ku bi Kurdbûna xwe serbilind e, jîr û zana û wisa jî delalekî mêran e. Swêdiyan leqabekî din lê kirine: Bo Şerîf ango Şerîfê delal. Min sozda vî lehengê Kurd da ku ez wê şaşiya xwe sererast bikim, ezê vê kêmasiya ku ez jî tê de bûm çareser bikim. Bila xwendevanên kurdî jî ji vê haydar bibin. Mixabin em gelek ji rastiya xwe dûr in an jî hîna ji me re gelek divê.

Em dîrokê kêm dizanin
Kurê Seîd Paşa li Uskudara Stenbolê hatiye dinê. Herwiha em bêne ser babetê da ku rihê generalê Kurd, qeşeng û rewnaqê mêran, berdilkê civîn û kombûnên li salonên Ewropiyan, zêde neêşînin. Paşayê me di sala 1865´an de li Uskudara Stenbolê hatiye dinê. Kurê Seîd Paşayê Silêmaniyeyê ye. Seîd Paşa bi xwe jî salên dirêj di desthilatdariya dewleta Osmanî de wezîr bû. Destpêka perwerdehiya Şerîf Paşa di Mekteb-î Sultanî de ye, li wir perwerdehiyeke pir baş dibîne, fransiyeke bê-qusûr fêr dibe. Şerîf Paşa, ji mezintîrîn binemalên Kurdistanê, ji binemala Baban e. Ev binemal di destpêka sedsala 20 ê de mora xwe li bin gelek pêşketinên girîng yên li Kurdistanê daye. Xanima Şerîf Paşa, prenses Emîne torina Mehmed Elî Paşayê Kavalayî yê Misrî ye. Di pêşketin û dewlemendbûna general Şerîf Paşa de keda Emîne xanimê jî gelek e. Dû re li Fransayê di akademiya leşkerî ya bi navê Saint Cyr i de li perwedehiya xwe berdewam dike. Wekî takekesekî seranser Ewropî mezin dibe, bi her halê xwe ve yek ji wan e. Di sala 1895 an de pêşî ji bo Brûkselê û dû re jî ji bo Parîsê wek sefîr tê şandin. Di salên 1898 an de jî dibe sefîrê Stockholmê.

Dîplomatekî navnetewî

Li Fransayê berdilkê çapameniyê û raya giştî ya Fransî bû, wisa jî li Stockholmê di nav heman hewayî de bûye. Paşa ji bo îtîfaqa Swêd û Osmanî ya li dijî Rusyayê gelek xebat kiriye, bi keyserê Swedî re di geştên nêçîrvanîyê de cih digirt, ji bilî têkiliya dîplomatîk û dewletî, dostaniya wan jî zexm bû. Li aliyê din ev takekesê piralî di heman demê de rewşenbîrekî zîrek û nivîs jî dinivîsandin.

Îttihat û terakî

Ew dem serdama pêşketina rêxistina îtihad û terakî bû, bi îtîhadiyan re jî di nav têkiliyê de bû. Paşa îtihadiyan wek dînamîzmeke ji bo pêşketin û nûbûna dewleta Osmanî didît, li gorî hizr û ramanên wî, di pêşketinê de wê risteke wan a girîng hebûya. Diviyabû dewleta Osmanî xwe nû bike û wisa jî mayînde be, lê guherînên li dinê girîng in, Osmanî jî nikare her bi pergala berê bimeşe. Wek çawa ku dîroknasê Kurd Mehmed Emîn Zekî dibêje:"Heta ku min dît tevahiya gel û neteweyên di bin nîrên dewleta Osmanî de serî hildan, hîna min biryar da ku ez jî ji bo gelê xwe hin xebatan bikim. Nexwe berê me digot; dewlet ya me tevan e."

Ji xwe pir bibawer bû
Ew jî di encama heman geşedanan de dest davêje xebata pêkanîna dewleteke kurdî. Gava Stenbol pê dihese ku paşayê kurd îtîhadiyan fînanse dike, ew ji kar digirin û ji bo sefareta Madrîdê dişînin. Paşa vê sirgûnê qebûl nake û li Parîsê bi cih dibe, têkiliya wî ya bi îtihadiyan re di asta endamtiyê de berdewam e. Ev rastî li aliyekî, li aliyê din hizr û bîra îtîhadiyan û ya paşa sedîsed li dijê hev in, Paşa bi fikra xwe lîbarel e, jiyana wî ya li Ewropa û bi taybetî jî ya li Swêdê ku ew dem jî Swêd welatekî warê azadiyan bûye, bandoreke girîng lê kiriye.

Li dijî cuntayê bû

Gava îtîhadî di encama cuntaya 31 ê Adarê de desthilatê kirin destên xwe, hizrên wan û yên paşa di asta bikaranînê de seranser nakok bûn. Êdî salên 1909 û 1914 an wek salên pevçûnên di navbera paşa û itîhadiyan de ye. Paşa gava li Stockholmê bû, xeter û rîskeke mezin dabû ber çavan û alîkariya îtihadiyan kiribû. Lê gava îtîhadî hatin ser hukim, demildest dev ji fikra dewleta Osmanî berda û Tirkperestiyeke tund anîn holê. Ev jî bû sedemê xeyalşikestina şerîf Paşa û gelek kesên mîna wî. Ji ber îtîhadî li pey pergaleke sunî îslamî û ya tirkî bûn. Armanca wan a sereke ew bû ku tirkan wekî milet-î hakime (miletê serdest) bi rêk bixin û naveroka dewletê jî bi vê hişmendiyê ve dagirin.

Xwestin bikujin

Di sala 1909 an de ji rêxistina îtîhad û terakiyê îstifa dike. Serpêhatiyên xwe yên bi wan re jî di pirtûka xwe ya bi navê: Serboriyên muxalifekî, muxalefeta îtihad û terakiyê de vedibêje. Şerîf Paşa di dema şerê yekem ê cihanê de li Monte Carlo bi cih bû. Îtîhadiyan gelek caran êrîşê kesatiya wî kiribûn, carek jî bûbû armanca suîkastekê.

Têkiliya Kurd û Ermeniyan

Şerîf Paşa ji bo damezrandina Kurdistaneke serbixwe di nav xebateke sift de ye, paytexta di serê wî de jî Musil e. Paşayê kurd her çiqas xwestekên Ermenan wek zêdegavî û emperyal bibîne jî di rastiyê de ne li dijî gelê Ermen e. Dû re bi Nûbar Paşa re peymaneke hevkariyê mor dikin. Aliyê Ermen jî teklîfa dewleteke Kurd û Ermen qebûl kiribû. Li gorî peymanê dê herdu alî jî derbarê ax û maf de bi biryarên konferansê ve girêdayî bimana.

Bêtifaqiya Kurdan

Wekîl-miletên kurd yên di meclîsa mebûsan a Osmanî de bi tevahi belavokeke şermezariyê belav kirin. Takekesên wek Seîdê Nursî jî di nav de gelek Kurdan plana dewleta bi Ermeniyan re bi tundî red dikirin û digotin ku ev ti carî nakeve meriyetê. Kurdên ku di bin bandora kemalîstan de bûn, bi telgrafan ve konferansa Parîsê protesto kirin. Serokê cemiyeta kurd Seyîd Abdulkadîr di peyama xwe de digot ku Şerîf Paşa kurdan temsîl nake û ew ti car hizra dewleteke serbixwe jî nakin. Wisa jî diyar dikir ku xweseriyeke berfireh têra wan dike. Herwisa di serî de înglîz û wisa jî li Ewropayê hêza nûneriya Şerîf Paşa dişkest. Lord Curzon di axaftineke xwe de dida zanîn ku herçiqas Şerîf Paşa xwe wekî nûnerê kurdan bide nîşan jî, ne xwedî vê erk û kêrhatinê ye. Di 24 ê Avrêla 1920 î de daxwaznameya îstifayê pêşkêş dike.

Paşa dilşikestî mir

Paşa di encama van kiryaran de dest ji xebatên neteweyî dikşîne û li îtalya bi cih dibe. Heta 22 ê Berfenbara 1951 an ango heta dawiya temenê xwe li wir dijî. Li gorî hin lêkolîner û çavkaniyan paşa ji Kurdan xeyidandî serê xwe datîne gorê.

Chavkanî: Wikipedia
Kürt Tarihi Dergisi Hejmar: 9, 2013
Rohat Alakom: Bir Kürt Diplomatinin
Firtinali Yillari


YEKO ARDIL/BERLIN