Hozan Şiyar hunermendekî berhemdar bû ku biqasî dengxweşî û hunermendiya xwe bi dilnizmî û nefspiçûkiya xwe li bîra dost û hevrêyên xwe ma. ´Şêrîna min´ bêyî dengê wî ji roja wefata wî ve sêwî maye.

Hozan Şiyar Farqînî beriya bi 18 salan, 22´yê Nîsanê (sala 2001´ê) bi hesreta welatê xwe li xerîbistanê ji ber nexweşiyê rehmet kiribû. Wî li pey xwe gelek berhemên muzîkê hiştin ku îro jî gava mirov li wan dihisîne, çizêniyek ji dilê mirov diçe. XWedê dizane ya ku wê çizêniyê ji dilê mirov dibe, ew hesreta wî ya li welatê wî ye ku di deng û gotinên wî de xwe dide der. Bi ser halan de, mirina li xerîbistanê jî hîç lê nehat ku dema mirov lê dihîsîne, belkî ew jî hinekî sedema wê çizêna ji dil diçe be. Wî li nava civaka Kurd a li dîasporayê bi dilnizmiyeke ku îro jî her kes bi bîr tîne, xizmeta şoreşa miletê xwe kir. Dîmenên wî yên herî zêde îro li ber destê me jî, ji wê xebata wî ya bi dilnizmî mane, ku di tecrûbeya yekemîn televîzyona satelîtî ya Kurdî MED TV´yê de jî xwe jê nehiştibû, û heta tevî nexweşiya xwe jî di gelek bernameyan de hazir bû. Bi nefşbiçûkiya xwe di nava hunermendan de wê li bîra her kesî de bimana.

Şoreşa milet û xizmeta wê

Wî xwe li her dera ji dihat xwestin, digot, “xizmet e” û xwe dida ber bar. Wî li hemberî “şoreşa” miletê xwe ti carî pozbilindî nekir. Wî hunerê xwe ti carî weke malekî nedidît. Hunerê wî ji bo miletê wî bû, û ev nîşana welatperweriya wî bû.

Hozan Şiyar sala 1953’yan li navçeya Amedê Farqînê hatiye dinyayê. Bavê wî Şerîf li Farqînê wênegirî dikir. Hozan Şiyarhîna pirr piçûk alîkariya wî kiriye. Lê hîna Hozan Şiyar hê heft salî, ew bavê xwe ji dest dide. Dayika Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûr bi tenê dimîne. Ew li fabrîkaya Tekelê ya li Farqînê wekî karker dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li dibistana qişleyî dimîne û li aliyê din jî dixebite, da ku alîkariya malbatê bike. Ha li wê dibistana qişleyî, dengê Hozan Şiyar ê xweş bala mamoste û şagirtan dikişîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê distrê. Bi huner re tştekî din jî nas dike, şoreşa miletê wî ya ku nû ji dayik dibû û welatperweriyê, ku wê jê re bibûna hevrêyên dilsoz heta bi koça dawî.

Kurdî û welatperwerî

Helwêsta pêşî ya ku ev hevrêtî pê re peyde dike ew ku bi Kurdî stranan bibêje. Hozan Şiyar, sala 1973´yan dizewicê. Hozan Şiyar sala 1975´an li Şaxê Eskeriyê  yê Farqînê wekî karmendekî dest bi kar dike. Di ber vî karî re jî ew komeke muzîkê ava dike. Ew tevî koma xwe li şahî û dawetan stranan bi Kurdî dibêje, bi vî awayî jî ew ber bi profesyoneliyê ve diçe. Kurdî gotin wan salan, tiştekî welê bû ku dewleta Tirk di cîh de çav li xwe fireh dikirin; dewlet biryara sirgûnkirina Hozan Şiyar dide. Li ser vê yekê Şiyar dev ji karmendiyê berdide. Hozan Şiyar salên 1976 û 77´an bi temamî xwe dide muzîkê û tevgera şoreşgeriyê. Di van salan de ew dibe endamê rêxistina Kawa û bi awayekî aktîf beşdarî karê rêxistinê dibe.

Heta bi cuntayê 5 kaset

Sala 1977´an ew kaseta xwe ya pêşî derdixe. Piştî vê qaseta xwe ya pêşî Hozan Şiyar di navbera salên 1977 û 1980´yî de tevî hemî zorî û zehmetiya, tevî qedexekirinê jî pênc kasetan li pey hev derdixe. Ber bi salên 80’yî ve nav û dengê Hozan Şiyar li bajarên Kurdistanê belav dibe. Ew li bajar û bajarokên Kurdistanê bi stranên xwe yê şoreşgerî banga hişyariyê li gel dike. Hozan Şiyar jî wekî pirraniya rewşenbîr, siyasetvan û hûnermendên Kurd para xwe ji cûntaya eskeri ya sala  1980’î digire. Rejîma eskerî Hozan Şiyar digire û diavêje zîndanê. Ew bi qasî dû salan di zîndana Amedê de dimîne. Sala 1984´an ew careke din jî ji ber deranîn û belavkirina kasetên Kurdî tê girtin û sala 1986’an tê berdan. Hozan Şiyar ji girtin û êşkenceyan natirse, û sala 1990’î bi kasetên nû derdikeve pêşberî hezkirên xwe. Navê wê qaseta nû ´Şêrîna min´ e. Piştî kuştinên bi destê hêzên kontra yên dewleta Tirk gefên kuûtinê lê dixwin, êdî Hozan Şiyar nema dikare ji mala xwe derkeve.

Xerîbistan mekanê mirina nîvçê ye

Ji ber ku asêmana di malê de li wî nayê, ew xwe diavêje Stenbolê. Li wir ew bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) re têkiliya xwe datîne. Piştre sala 1992’yan ew diçê Swêdê. Li wir ew li çalakiyên siyasî û çandî yên Kurdan her dengekî ji welat e. Di dema destpêkên MED TV de jî ew yek ji kedkarên nefspiçûk e, ku îro jî li bîra her kesî ye. Hozan Şiyar sala 1998’an bi kanserê dikeve û ew di 22’yê Nîsana 2001’ê de hîna 48 salî, li xerîbistanê û bi hesreta Farqînê, li paytexta Swêdê Stockholmê koça xwe ya dawî dike. Li gorî daxwaza wî, li Farqînê li goristana Şêxelîlê hat veşartin. Mirina tehl a li xerîbistanê ´Şêrîna min´ jî beriya bi 18 salan sêwî hişt.

 

AMED