
Endamê polîtbûroya Partî Demokratî Kurd li Sûriyeyê (PDK-S) Dr. Evdilmecîd Sebrî li ser xebatên Meclîsa Zagonsazî ya Rêveberiya Xweser yên dema pêş û guhertinê di civîna wan ya dawî hatine kirin û helwesta partiya wan ya li ser Civîna Cenewre-2 de nirxand. Sebrî bang li hemû hêzên Kurdî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekê û bi yek şandeyê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.
Sebrî wiha got; “Em dibêjin ev dema em têde derbas dibin demek dîrokî û wê neyê jibîrkirin. Çi partî be çi kes be divê wê berpirsiyariya dîrok hilîne. Çiqas nêrîne me ne wek hev bin, çiqasa nakokiyên me hebin, em mafê hevdû bixwin jî di Civîna Cenevre-2 tişta bê rojevê mafê gelekê ku bi sedan salan bindeste. Ger wenda bike êdî veger zehmete. Em bi hêvî ne ku hemû partiyên me nakokiyên xwe bidin aliyekî û di Civîna Cenevre-2 bibin yek.” Sebrî da diyarkirin ku, partiyên Kurd yê Rojavayê Kurdistanê heta niha jî li ser çawatiya Cenevre li hevnekirine û wiha got: “Di ragihandinê de hemû partiyên Kurd bêjin divê şandeyek Kurd serbixwe hebe beşdarî Civîna Cenevre-2 bibe. Lê ev şande dê çawabe ew nezelale û nêrîn ne wek hevdûne. Diyare, çend partiyên Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hene dixwazin Kurd wek şandeyek serbixwe biçin civîna Cenevre-2 bibin. Ev partiyên naxwazin Kurd bi şandeyek serbixwe biçin civîna Cenevre dibin bandora hêzên herêmê yên wek Tirkiye û PDK-I de ne. Hin partî di nav ENKS’ê hene helwestê wan zelale û berjewendiyê gelê Kurd dixwazin, lê negihiştine wê astê hêzek ava bikin û li beramberî ew partiyên xwazin Kurd yek bibin bisekinin. Heta niha hin partî hene dudilî bi wan re heye û nikarin helwesta xwe zelal bikin.”
Sebrî balkişand ser siyaseta dewleta Tirkiye ya li dijîtiya wê ya Kurdan wiha axivî: “Di rewşa niha de dewleta herî dijwar li dijî Rêveberiya Xweser derdikeve Dewleta Tirk e. Dewleta Tirkiyeyê berjewendiyê xwe yên li gel dewletên herêmê û navdewletê bikartîne ku ji bo Kurd negihijin mafê xwe. Li Başûrê Kurdistanê jî partiyek helwestek cûda nîşan dide û ew helwest cihê rexneyê ye. Em hêvî dikin ku ew helwesta li dijî mafê Kurd li Sûriyeyê dike bêguhertin. Niha li vir berjewendiyên partiyek yan yek kesî tuneye. Berjewendiyê gel heye û divê hemû hêzên Kurd li gora wê tevbigere. DYA, hinek dewletên Ewropî û dewleta Tirkiye naxwazin şandek Kurd serbixwe biçe civîna Cenewre-2 jî. Ji bilî wê jî naxwazin kêşa Kurd li Cenevê bê guftûgo kirin. Ev nêzîkatiyek nedostanî ye û girane.”
3 herêmên xweser û demokratîk
Sebrî daxwaz ji hêzên Kurdistanî kir ku di vê demên nazik de alîkariya Rojavayê Kurdistan bikin. Li ser xebatên Rêveberiya Demokratîk ya Xweser Sebrî destnîşankir ku, wan di civîna xwe ya dawî de biryarên nûn girtine û gûmanên pêkhateyên din kêm kirine û got; “Jiber rexne û gûmanên hin aliyan li ser Rêveberiya Demî kêm bibin hinek pêşniyar hebûn. Ew pêşniyara bi armanca rakirina gûmana bû. Yek berî niha Herêmên Rêveberiya Demî wek sê herêm hatibûn destnîşankirin ku, Herêmên Efrîn,Kobanê û Cizîrê bûn û di encam de ev herêm dê dibin banê Meclîsekê de bihatibana temsîl kirin, yek Rêveberî be. Lê niha li ser daxwaza hin pêkhateyên herêmê hate guhertin. Gelek aliyan Rêveberiya Demî wek projeyek avakirina Dewletek Kurdî binav dikirin û wê wek perçekirina Sûriyeyê destnîşan dikirin. Me jî wek nûnerên Kurd ji bo ev gûman li ser Rêveberiya Demî ji holê rabe, pêşniyara hatekirin pejirand. Li gorî vê pêşniyarê dê Herêma Efrînê bibe Xweseriya Demokratîk ya Efrînê, herêma Kobanê bibe Xweseriya Demokratîk ya Kobanê û herêma Cizîrê jî bibe Xweseriya Demokratîk ya Cizîrê û dê her herêm xwe birêve bibe. Yekbûna wan rêveberiyên xweser jî dê demên pêş de li gora mercan be.”
Êdê Rêveberiya Xweser
Endamê polîtburoya PDK-S Evdilmecîd Sebrî da zanîn ku, wan gotina rêveberiya demî rakiriye û gotine rêveberiya xweser û wiha sîstema nû da pênasekirin;“Niha Meclîsa ya nû hatiye avakirin Meclîsa Zagonsazî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Lê dibin banê wê de ji 19 kesan desteyek hatiye avakirin ku projeya Rêveberiya Xweser avabike. Ev deste dê qanûna amade bike û yê bîne Meclîsa Zagonsazî ya Rêveberiya Xweser. Yanî dê xebatê amadekirina qanûnan bike.”
Sebrî destnîşan kir ku, heta niha êrîşên li dijî rêveberiya xweser ya demokratîk didomin û wiha gotinê xwe bidawî kir; “Xebatên Rêveberiyê gelek baş e. Lê li dijî wê jî di her aliyan de êrîş hene. Heta niha ji hundir li dijî Rêveberiya Demî nerazîbûnek tuneye. Lê hêzên navdewletî û herêmî him di warê siyasî, aborî, dîplomasî û leşkerî jî di nava êrîşan de ne. Ev hêz naxwazin Kurd mezin bibn û bigihije azadiya xwe.”
EZÎZ KOYLÛOGLÛ/ANF-QAMIŞLO
Pêwsîte Kurd bi yek şandeyê beşdar bibin
Nûnerên Encumane Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) îdia kirin ku ew ji bo muxalefet bibe yek tevli Koalîsyonê bûne û destnîşan kirin ku pêwîste Kurd bi yek şandeyê tevli civîna Cenevre 2 bibin.
Li Hesekê bi însyatîfa Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd a Sûriyê (El Wehdê) komcivînek bi beşdarbûna Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehemd û nûnerên paritên Demokrata Kurd li Sûriyeyê (El Partî) Mihemed Ismaîl, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Ebdo, Partitiya Yekîtiya Demokartîk a Kurd li Sûariyê (El Wehdê) Mistefa Meşayîx û bi tevlibûna sedan kesî li dar xistin. Di komcivînê de Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed û nûerên partiyên siyasî yên ENKS’ê der barê mijarên tevlibûna ENKS’ê ya di nava koalîsyonê de, nûnertiya Kurdan a di civîna Cenevre 2 de û Rêveberiya Demkî ya Rojava bersiva pirsên beşdaran dan.
Balkêş bû ku nûnerên partiyên ENKS’ê ku tu biryara yekîtiya muxalefeta Sûriyeyê di destê wan de tune ye îdia dikirin ku ew bi armanca muxalefeta Sûriyeyê bibe yek. Beşdaran der berê Rêveberiya Demkî ya Rojava pirs ji Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed kirin. Ehmed bersiva pirsan da û diyar kir ku tu têkiliya Rêveberiya Demkî ya Rojava bi ragihandina himûmeta Koalîsyonê ya Stembolê tune ye û got: “Di nava pirojeya Rêveberiya Demkî de nûnerên hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe digirin.”
Der barê civîna Cenevre 2 de beşdaran pirs ji nûnerên partiyan kirin. Balkêşbû ku hemû nûnerên partiyan diayar kirin ku pêwîste gelê Kurd bi yek şandeyê tevli civîna Cenevreye 2 bibin.
Têkildarî mijdarê Ebudulselam Ehmed da zanîn ku MGRK’ê her dem di nava hewldanan de ye ku gelê Kurd bi yek şandeyê tevli Cenevreyeyê bibin û ev tişt gotin: “Di nava ENKS’ê de hin partî hene naxwazin Kurd bi yek şandeyê tevli Civîna Cenevreyê 2 bibin.”
ANHA/HESEKÊ
Dibe ku cihê Cenevre-2 bê guhertin!
Nûnerê Taybet Lakhdar Brahîmî ku Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê wezîfedar kiriye anî ziman ku ji ber ‘kêmasiya cihê bicihbûnê’ dibe ku cihê Konferansa Cenevre-2 bê guhertin. Brahîmî ji televîzyona RTS ya Swîsreyê re axivî û diyar kir ku ji ber Konferansa tê plankirin di 22’ê Çileya 2014’an de pêk were ji ber li civîna Davos a Forûma Aboriyê ya Cîhanê û Fûara Saetan a Cenevreyê ya li heman cihî rast tê, konferans nikare li vî bajarî pêk were. Brahîmî da zanîn ku rojek heman piştî 22’ê Çileyê dê fûara saetan bi dawî bibe û dibe ku bi paşvexistineke biçûk konferans dikare li heman cihî pêk were.
CENEVRE