Rûslan Şaxbazov kurê yek ji wan malbatê Kurd e, ku piştî rûxandina Sowyetê koçî bajarokê Staravîlîçkovska yê girêdayî bajarê Krasnodarê Rûsyayê kiriye. Rûslan kurê malbatek feqir û taze koçkirî di 1’ê Gulana 1996’an de ji dayik dibe. Bi destpêkirina dibistana seretayî re spora Jûdo bala wî dikşîne û li gor derfetê xwe li malê û bi hevalên xwe re vê sporê dike. Bi demê re, her çend beşdarî tûrnûvayan dibe û serketinan bi dest dixe jî, xwe kêm dibîne û ji bo di tûrnûvayên navneteweyî de rengê xwe diyar bike ji navçeya lê dimîne derdikeve û li bajarê Krasnodarê bi dû mamosteyên di asta bilind de dest bi xebatên hîn baştir dike.  Rûslan dibêje: “Hêviya min ewe ku rojekê bi nasname û ala welatê xwe beşdarî tûrnûvayê navneteweyî bibim. Ez dixwazim ev xewna min bicîh were.” Ruslan heta niha di 11 turnawayên herêmî û navnetewî de ketiye dereceyê û xelat girtine. 

ANF/KRASNODAR