Ji ber civîna ku navê G 20 lê hatî kirin, li gel serokên dewletan û rêveberên dewletên serdest ên cihana îroyîn bi rê ve dibin, Hamburg bû navendeke ku bi sedhezaran kedkar, çepgir û şoreşgerên dinê jî berê xwe bidin û biherikine navenda bajêr. Her wisa Kurd jî bi reng, deng û lebata xwe ya cihêreng a şoreşgerî ve di nav çalakiya dîrokî ya li dijî kombûna G 20 û serdestên dinyayê sekinîn. Ji bo Kurdan hatina dîktator Erdogan û qedexeyên li ser sembolên PYD, YPG û YPJ her wiha gelek sembol û nirxên Bizava Azadiyê ya Kurd tevlîbûn wek merceke bivênevê bû.
Ya rasti wek serok komarê Elmanya Steinmeyer jî goti: ‘Ti kes li benda hêrs û bertekeke bi vî rengî nebû. Di encama bûyeren qewimîn de bêtirî dused polîs û gelek xwepêşandêr birîndar bûn. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Gelek kolanên bajêr hatin sotin, di asteke bilind de xesara madî jî encam da. Bi kinahî Hamburg bû qada şerê di navbera serdest û bindestan de, kes û komên ku bi salan li dijî pergala stembar hêrs û bertekên dijwar di hundirê xwe de xwedan kirin, di wan çend rojan de bi ser pergala serdest de vala kirin.
Helbet hind bûyerên qebûlkirina wan ne pêkan in jî qewimin. Wek mînak, êrîşa li ser hind dikanan ku çapameniya berdevkê serdestan jî bênavber wan dîmenan didin nîşan, nayêne teswîbkirin, lê li gel hind bûyerên bî vî rengî jî, pergala rêveber divê berê xwe ji wan bûyeran û encama derketî ba nede. Divê wana baş li ber çav bigire û hewl bide encaman jê derxîne.
Mirov dikare xalên ku wek babeta jêderka ders û pendan derketîn wiha şîrove bike.
Divêti ye ku Elmanya û Ewrûpa baş bizanin ku rêveberiya wan a cîhanê bi awayekî rewa nameşe, eger derfet bê peydakirin wê bi milyaran mirov nerazîbûna xwe ya li dijî wan eşkere bikin, lê li erdnîgara Ewrûpayê her çend hindek fersend hebe jî, li gelek deverên cîhanê hîna jî ev daxwaz bi kuştin u çewsandinê re dihê pêşwazîkirin. Bi vê ve girêdayî, kesayeta ku wek Erdoganê dîktator dihê nasîn û di nav wê kombûnê de cih digire, ji ti mercên wê kombûnê pêknayne. Helbet ev ne mijara me ye û em nikarin aqilmendiya wan jî bikin. Lê bi tenê ji ber babeta erdnîgarî ya stratejik rê vedike ku dewleta Tirk a dagirker jî di nav wê komê de cih bigire.
Kurdan bi her cure sembol, ala û wêneyên serok Ocalan ve tevli çalakiyê bûn. Wek awazên pîroz her cure diruşim jî hatin qêrîn. Carekî din diyar bû ku eger polîs êrîş neke, ti bûyer ji aliyê Kurdan ve naqewime.
Di konsertê de dengê Serhedo bilind dibû, bi çend zimanan digot: Ez jî PKK me û bi deh hezaran mirovan bi hev re digotin: Ez jî PKK me!
Niha ya serketî û serdikeve dîplomasiya gelan e. Xuya ye ku Kurd jî rê û rêbaza wêna bi dest xistine. Hamburg wek nimuyeke dirokî wê bandorê li ser pir tiştan bike.