
Kursên zimanê Kurdî yên di destpêka semestra havîna sala derbasbûyî de hatibûn destpêkirin û di semestra zivistana vê salê de jî hatin berdewamkirin, bi awayekî serkeftî bidawî bûn. Xwendevanên li Zaningeha Bremenê beşdarî kursên zimanê Kurdî bûn, li gorî encamên azmûnan, not û pelgeyên xwe yên beşdariya kursan û asta zanîna xwe ya Kurdî de, wergirtin.
Kursên Kurdî yên bidawî bûn wê di semestra were, ango di semestra havînê de jî werine berdewamkirin.
Li ser pirsa me, mamosteyê kursên Kurdî li Zanîngeha Bremenê Emîn Akbaş got: “Piştî navbereke qasî 20 salan, di destpêka semestra havîna sala derbasbûyî de, di encama hewldan û serîlêdana komek xwendevanên Kurd yên endamên YXK’ê yên Dibistana Bilind û Zanîngehêa Bremenê de, derfeta kurseke Kurdî hat dayin. Ji ber ku ji aliyê xwendevanan ve nêzîkatiyeke germ hate diyarkirin, saziya berpirsiyar Navenda Zimanên Biyanî (Fremdsprachenzentrumê) biryar da ku kursên Kurdî di bin navên ‘Kurdî wek zimanê yekem-pêşkêşkirina devkî û beşê ragihandinê’, li gorî rêbaza Ewrûpî ya pîvanên zanîna ziman, ji bo kesên di pîvana B2 an de xwediyê zanîna Kurdî ne û xwegihandina C1ê ji xwe re dixine armanc û ‘Kurdî wek zimanê yekem-nivîsa zanistî’ her yek hefteyê 2 saetan, cuda û herwiha bêpere werin dayin. Herçiqas her xwendevanek xwedîmaf bû, ku tenê bêpere beşdarî kursekê bibe, Fremdsprachenzentrumê derfet da û tolerans diyar kir, ku yên di semestra havînê de beşdarî kursê bûbûn jî di nav de, xwendevan karibin pêpere beşdarî herdû kursên vê semester bibin.”
Memoste Emîn Akbas li ser rêbaza notan jî got, “Beşdarên kursan, li gorî encamên azmûnên devkî û gotarên pêşkêş kirin, ji bo her kursekê 3 notên krêdiyê (Credit Points) yên xwedibandor in û herwiha pelgeyên xwe yên asta zanîna zimanê Kurdî wergirtin“
Xwendekar dikarin serî lê bidin
Wekî din jî Mamoste Emîn pêde çû û got: “Xendevanên bixwazin di semestra tê, ango di semestra havînê de beşdarî kursek ji van kursan bibin, pêwîste bi rêya înternetê, malpera Navenda Zimanê Biyanî ya Eyaleta Bremenê (Fremdsprachenzentrum der Hochschulen im Land Bremen) “www.fremdsprachenzentrum-bremen.de” bişopînin û piştî eşkerekirina kursan di malpera navborî de, divê xwe li kursa ew dixwazin binivîsin.”
Mamoste Emîn Akbaş wek peyva dawiyê got: “Me bi saya piştgirî û nêzikatiya erênî ya rêveberiya Zanîngeha Bremenê, Navenda Zimanê Biyanî û herwiha xwendevanan semestreke din jî bi awayekî serkeftî li pey xwe hişt. Ez ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serkeftinê hêz, alîkarî, piştgirî û ked dane, ji dil û can sipas dikim. Ez hêvîdar im, ku emê vî mafê hatiye destxistin û derfetên hatine dayin, bi berpirsiyariyeke mezin biparêzin“
ÎLYAS ERSOZ /BREMEN