Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) doh bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û dorpêçkirina tabura leşkerî ya Girzîro ji rayagiştî re aşkere kir.  

YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan tevî ku ji bo di şer de zêde kuştin çênebe bi hestiyariyek mezin tevgeriyane jî di encama vî şerî de hin kuştin çêbûye. Di daxuyaniya YPG’ê de daxuyaniyê ev yek “Şervanên YPG’ê di 9’ê Çileyê de dest bi dorpêçkirina Tabura Leşkerî ya Girzîro kirin. Di vê dorpêçkirinê de ji 5 aliyan şer rûda û bû sedama kuştin û birîndariya hin leşkerên rejîma Surî. YPG di vî şerî de taktîka dorpêçkirina hemû aliyan ku hemû rê û rûbaran qut bike esas girt. Ji bo ku zêde kuştin çênebe, şervanên YPG’ê bi hestiyarî û hessasiyetek mezin tevgeriyan. Lê bele dîsa jî di encama vê dorpêçkirinê de hin leşker hatin kuştin.”

Fermandarê tabûrê hate kuştin

Di daxuyaniya YPG’ê de tê diyar kirin ku di roja 10’emîn a dorpêçkirina leşkerên rejîmê de şer û pevçûnên mezin rû dan û di encama vî şerî de fermandarê tabura Girzîro Mehemed Sakkir hatiye kuştin. Daxuyanî wiha didome; “Piştî kuştina fermandarê vê tabure leşkerên taburê kom bi kom xwe teslîmî şervanên Yekîneyên Parastinê yên Gel YPG’ê kirin. Di roja dawiyê de hejmara leşkerên rejîmê yên xwe teslîmî şervanên me kirin gihîşt 134 leşkeran. Di 20’ê çile de hemû herêma Girzîro kete bin kontrola şervanên me.”
Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku di 20’ê Çileyê de piştî ku kontrola herêmê ketiye bin destê şervanên YPG’ê helîkopterên rejîma BAAS ya Surî hacizên ku di destê YPG’ê de ne, herêma Girzîro û gundên hawîrdora Girkê Legê bombebaran kirine. YPG’ê diyar kir ku di encama vê bombebaranê de tu zirarek li welatiyan û şervanên wan nehatiye kirin.  Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku gelek alavên leşkeri yên Tabura Girzîro ketiye destê şervanên wan. Li gorî daxuyaniya YPG’ê alavên ketine destê şervanên YPG’ê ev in; “Zîlên leşkeri û gelek wesayîtên leşkeri, Panzerek, Gelek çekên weke kleş, doçka, BKC, fîşek,2 hawanên 120, Hawanek 82, Gelek cîhazên bêtel”
 YPG di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelek endamên partiya pêşverû ku endamên YPG’ê ne, ji destpêka dorpêçkirina tabura leşkerî ya Girzîro heta herêma Girzîro xistina bin kontrola xwe di nava vî şerî de bi awayek çalak û aktîf cihê xwe girtine.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de serkeftina Girzîro diyarî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku alîkarî û piştgiriya wan kiriye dike û daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe;“Serkeftina Yekîneyên Parastina Gel (YPG’ê)ya li Girzîro bi alîkarî û piştgiriyeke mezin a gelê Kurd ve hate bidest xistin. Gelê Kurd bi vê helwesta xwe ya welatparêziya mezin wê azadiya Rojavayê Kurdistanê mîsoger bike. Em weke YPG’ê vê serkeftinê diyarî gelê xwe dikin û soza serkeftina Kurdistanê didin.” 

ANF/DERIKA HEMKO