Bi hezaran welatiyên Efrînê, bi armanca şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê û çeteyên girêdayî wê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî vê dagirkirinê, li kantona Şehbayê çalakî li dar xist.
Bi hezaran welatiyên Efrînê yên ji cih û warên xwe koçber bûyî û li Şehbayê bi cih bûne, li Şehbayê daketin meydanan. Çalakî bi dirûşma “Ji bêdengiya cihanê re na, serketin a gelê Efrînê ye” pêk hat.
Ereb û Tirkmen jî tevlî meşê bûn
Di meşê de bi hezaran welatiyên Efrînî yên li kampên kantona Şehbayê amade bûn. Di meşê de endamên desteyên rêveberiyên xweser, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, Meclisa Kantona Şehbayê û gelek welatiyên ji pêkhateyên Ereb û Tirkmen jî amade bûn. Girseyê, di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM’ê û pankartên “Em nabin hevkarê Erdoganê kujer” û “Ji bêdengiya hêzên navneteweyî re na” rakirin. Welatiyên ku li ber Navenda Heyva Sor a Kurd dest bi meşê kir, ber bi Meydana Ehrezê ve çûn. Di meşê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana serdemê’ û ‘Bijî Serok Apo’ gotin.
Ti hêz wê nikaribe vîna gelê Kurd teslîm bigire
Meşa Efrîniyan li Meydana Ehrezê veguherî mîtîngê. Li ser navê girseyê endama Meclisa Kantona Şehbayê, Henan Osman daxuyanî xwend. Osman, helwêsta Tirkiye û komên çete ên girêdayî wê şermezar kir. Osman, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê jî bi tundî şermezar kir û xwest Tirkiye dest ji dagirkirinê berde. Osman herî dawî got, “Ti hêz wê nikaribe têkoşîna gelê Kurd bişikîne û vîna gelê Kurd teslîm bigire.”
Li ser navê Kongreya Star jî Emîne Dîngîlî axivî û diyar kir ku Erdogan û hevkarên wî dê ti carî nikarin gelê Kurd ji hev qut bikin û wan têk bibin. Meşa li dijî dagirkeriyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ŞEHBA