Navenad Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyonên li kantonên Kobanê û Cizîrê yên 24 saetên dawî de (ango pêr) 21 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku li Kobanê gundek hatiye rizgarkirin û li Cizirê jî navbera Til Hemîs û Til Birak hatiye paqijkirin.


Kobanê li ber serketina mutleq e

Di roja 169. a berxwedana Kobanê de YPG´ê daxuyakirin ku gundek hatiye rizgarkirin û yek jê serçete 15 çete hatine kuştin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî bi raya giştî re parve kirin:


Li rojhilat 10 çete hatin kuştin

"Hêzên me li rojhilatê Kobanê li hemberî komên çeteyan hin êrîş li dar xistin. Di çalakiya li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Akbaşê de hêzên me wesayîteke çeteyan rûxand. Li vir 5 çete hat kuştin. Hêzên me dest danîn li ser 4 kleş û roketavêjek B7." 

Li gorî daxuyaniyê, di encama çalakiya hêzên YPG´ê yên li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Eydanê de jî 3 çete hatin kuştin, li gundê Gultepe jî di encama çalakiya YPG´ê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.


Gundê Degirmê hat rizgarkirin

Daxuyaniyê weha dewam kir: "Operasyona hêzên me ya li hember gundê Degîrmen ê li başûrrojavayê Kobanê jî bi serketî bi encam bû. Di encama operasyonê de gundê Degîrmen ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Li hemberî gundê Cibil Ferec ê ku di rojên derbasbûyî de ji aliyê hêzên me ve hat rizgarkirin êrîşekî çeteyan rû da. Piştî hêzên me bersiv da şerekî demkurt qewimî û êrîşa çeteyan hat şikandin. Di şerê li vê derê de yek jê serçete, bi giştî 5 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn ser 3 kalaşnîkof û roketavêjeke B7."


Til Hemîs û Til Berak paqij bûn

Navenad Çapemeniya YPG’ê der barê operasyonên YPG’ê yên li gundewarên û herêmên Til Hemis û Til Birak, her wiha herêma Til Temir a Kantona Cizîrê de jî ev agahî dan: "Hêzên me herêma di navbera Til Hemîs û Til Berak bi temamî ji çeteyan paqij kir û operasyonên xwe birin başûrê vê herêmê. Şevê din (pêr bi şev) di van qadan de hêzên me operasyonên xwe dewam kirin. Li gundê Xizêla ya di vê herême de ye, di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer qewimî. 


Li Til Temir 6 çete hatin kuştin

Di daxuyaniyî de der barê şerê li Til Temirê de jî weha hat gotin: "Şevê din (pêr) li nêzîkî gundê Xerîta yê di navbera Til Temir û Hesekê de komek çeteyan xwest bikeve qada hêzên me. Piştî mûdexeleya hêzên me li vir şerekî dem kurt qewimî. Di şer de 5 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li hemberî komek çete ya ku dixwest li nêzîkî Duryana Sidiq a li nêzîkî Hesekê ve bikevin qadê, êrîşek li dar xist. Di êrîşê de kuştiyek çeteyan hatiye tespîtkirin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN