Fermandarê HPG’ê: Dewleta Tirk her ku dibêje gerîla diqede, îdîaya me ya serketinê zêdetir dibe. Gerîla heta ku bi ser keve, wê têkoşîna xwe bidomîne. Em bi çavên xwe dibînin ku, eskerên Tirk li hemberî gerîlayan têk çûne.
ZEYNEP NÊRGIZ BOTAN / ŞÎLAN ZAP ANF/ BEHDÎNAN
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê û berxwedana gerîlayan a li hemberî van êrişan didome. Yek ji fermandarên HPG’ê, Hogir Pêt êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerilayan ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve li dijî HPG’ê êrişeke mezin hatiye destpêkirin. Pêt bal kişand ser wê yekê ku li hemberî teknîka dewleta Tirk, taktîkên gerîlayan jî bi pêş ve çûne.
Pêt diyar kir ku dema balefirên keşfê yên dewleta Tirk hatin firandin, fikreke wisa çêbû ku qaşo gerîla wê biqede û got, “Li hemberî vî tiştî, taktîkên gerîlayan jî bi pêş ve çûn. Gerîla xwe li hemberî vê rewşê amade kir. Berxwedana gerîlayan nîşan da ku, gerîla roj bi roj ber bi serketinê diçe. Li hemberî her teknîkê, îdîayeke mezin çêdibe. Rewşeke ku têkoşîna me qels bike, qet pêk nehat.”
Heta ku gerîla bi ser keve
Ji fermandarên HPG’ê, Hogir Pêt diyar kir ku a niha şerekî giran heye û got, “Li hemberî êrişên dijmin, çalakiyên me jî wê bidomin. Di vê demê de antîpropagandaya dijmin jî heye. Dewleta Tirk her ku dibêje gerîla diqede, îdîaya me ya serketinê zêdetir dibe. Gerîla heta ku bi ser keve, wê têkoşîna xwe bidomîne. Em bi çavên xwe dibînin ku, eskerên Tirk li hemberî gerîlayan têk çûne.”
‘Em ji herdemê xurttir in’
Hogir Pêt îşaret bi bikaranîna kontrayan bi destê dewleta Tirk kir û got, “Artêşa Tirk bi alîkariya kontrayan hewl dide vî şerî bimeşîne. Bala xwe bidinê, bêyî kontrayan nikarin operasyonan bikin. Çi kesên ku şerefa wan heye, divê hay ji van polîtîkayan hebin û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.”
Pêt got, yekane armanca wan tolhildana şehîdan e û wiha peyivî: “Di vê serdemê de ji xeynî serfiraziyê tu gotinên me tinene. Ji her demê bêhtir em xurt in. Dibe ku artêşa Tirk êrişên xwe zêdetir kiribin, lê baweriya me bi têkoşîna me tê. Yekane peywira me ew e ku, em tola êrişên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê hilînin.”