Di 23-24 Gulana 2015'an de li paytexta Rûsya Moskovayê Festîval-pêşbirka Navneteweyî ya hunera vokalî ya bi navê "Barana Stêrkên Hunermend" pêk hat. Ciwanekî Kurd ê bi navê Eslan Çerkezyan ê ji bajarê Nîjnî Novgorodê jî beşdarî pêşbirka îsal bû. Eslan Çerkezyan strana; "Ji bo bîranîna Têngîzê Sêroj" pêşkêşî jûrî kir û bi bandora stranbêjiya xwe dilê jûrî qezenc kir. Di encama pêşbirkê de Eslan di beşa "Hozan" (kesê ku bi xwe strana xwe nivîsandiye) Xelata Asta Yekemîn wergirt.
Festîval-pêşbirka Navneteweyî ya hunera vokalî; "Barana stêrkên hunermend" di çarçoveya Fonda Hunera Nûjen a Ciwanan de bi piştgiriya Navenda Rûsyayî ya Afirîneriya Hunerî û Weqfa Xêrxwaziyê ya Navneteweyî ya Aşitiyê de pêk tê.
Eslan Çerkezyan endamê Koma karê ciwan û sportê ya Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê ye. Li Rûsyayê, li bajarê Nîjnî Novgorodê dijî. Stranbêj e, her wiha bi sporê re bi awayekî profesyonal mijûl dibe.
MOSKOWA