Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi boneya serketina Kobanê peyamek weşand. KCK´ê destnîşan kir ku serketina Kobanê bi tenê serketina gelê Kobanê û Rojava nîne, serketina çar parçeyên Kurdistanê, serketina tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê rizgarbûna Kobanê pîroz kir û got, "Bajarê Kobanê ji faşîzma DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Rizgariya bajarê Kobanê li tevahiya gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be. Rizgarbûna Kobanê di salvegera yekemîn a ragihandina kantonê de, ji bo gelê me bûye mizgîniyeke mezin. Bi vî rengî ji tevahiya cîhanê re hatiye ragihandin ku xweseriya kantonal a Rojava xwediyê wê hêzê ye ku parastina xwe ya cewherî bike û hilnaweşe."

KCK'ê diyar kir ku li Kobanê ne tenê Kurdan şer kir û got, "Şervanên Tirk, Ereb, Fars, Ewrûpî û Amerîkî jî li ber xwe dan. Di serî de Paramaz 3 MLKP'yî, Kader Ortakaya ku jineke sosyalîst a Tirkiyeyî bû, şervanê YPG'ê yê Fars û pêşmergeyekî ji Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Ji gelên cuda bi dehan berxwedêr birîndar bûn. Em van berxwedêrên enternasyonalîst ên di vê berxwedana mezin de can û xwîna xwe dan, bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin."


'Veguherî hêviya gelên Rojhilata Navîn'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "ji ber ku Kobanê deriyê azadiyê ye, hat xwestin ku ev derî were şikandin û Rojhilata Navîn veguhere tarîtiya faşîzmê. Lewma hemû paşverûyên herêmê li dijî hêzên demokrasiyê bûn yek û ji bo afirandina Rojhilata Navîn a bi serdestiya faşîzmê, dest bi şer kirin. Lê belê bi Berxwedana Kobanê re, faşîzma li ser navê hemû paşverûtiya herêmê şerê wekaletê dimeşan têk çû, hesreta jiyaneke azad û demokratîk veguherî hêviya tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Bi rizgariya Kobanê re hêviya gelan zêde bûye. Bi Berxwedana Kobanê re dîroka demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn destpê kiriye. Têkoşîna ji niha û pê ve wê were wateya nivîsandina serketina hêviyê."


Kongra Gel: Em serketinê pîroz dikin

Hevserokatiya Kongra Gel jî bi heman rasthatinê peyamek weşand. Kongra Gel li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li gelê kurd û dostên wan serketina Kobanê bi coşeke mezin pîroz kir.


KNK: Destekdarên DAIŞ´ê jî şikestin

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê serketina Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî  weşand û serkeftin pîroz kir. KNK’ê diyar kir ku gelek dewletên cîran û dagirkerên Kurdistanê bi sedema dij-Kurdistanîbûnê piştgirî dane van hêzên terorîst û got: “Lewma şikestina DAIŞ’ê li Kobanê ne tenê ya wan e, her wiha ya destekdarên wan e jî.”

CDK-E’yê der barê azadkirina Kobanê de daxuyaniyek da û got: “Em vê berxwedana efsanewî û meşa azadiyê silav dikin. Em bang li hemû gelê xwe yê Ewropa û dostên xwe yên Kobanê dikin ku serketina Kobanê li her cihê ku dimînin bi coş û kelecaneke mezin li meydanan pîroz bikin.” CDK-E’yê wiha dewam kir: “Bajarê Şehîdan Kobanê azad bû.” 

MLKP Rojava serketina Kobanê silav kir û got: “Berxwedana destanî ya li Kobanê hat nîşandan, di dema nû de wê bibe rêbera me.” 

Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad jî  got, “Em weke Ciwanên Azad careke din diyar dikin ku heta ala azadiyê ya li Kobanê li ba ket li çar parçeyên Kurdistanê bilind bibe û li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk bi ser bikeve, em ê li dora Rêber Apo tevbigerin û têkoşîna xwe xurt bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN