Malbatên li Amedê, li ber şaredariyê rûniştin jî, parçeyek ji vê stratejiyê ne û planekî berfireh e. Di çarçoveya sîstema dewşirmetiyê de, “kap-i kulu” yên muxalif û ne muxalif, medya jî di nav de, her kes li gorî plan haraket dike.
Li dijî Tevgera Azadiya Kurd, li dijî eniya siyasî a Kurd êrîşên dijwar dane dest pê kirin.
Dema ku mirov li sedema êrîşan dinêre, di aliyê insanî û hiquqî de “mafdari”yek (!) xuya dike. Lê dema ku mirov li rûdêna rast ya Tirkiyê û nexşeya kiryarên Komara Tirkiyê dinêre, plan vekirî xuya dike. Di binyata rûniştina malbatan de jî heman plan “dîq” dike. Starejiyek kûr û dijwar, li gorî demê hatiye plankirin.
Ev plan, piştî Peyama Dîrokî ya Birêz Ocalan, bi salekê kete pratîkê.
Di nava salekê de, Birêz Ocalan jî, Tevgera Azadiya Kurd jî, eniya siyasî a Kurd jî, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyê her cûre fedekarî kirin. Dewleta AKPê, di çarçoveya stratejiyên “odeya taybet” de, yek gav ne avêt; qereqol, qereqolên kelîhî, operasyon, riyên operasyonan, bendav, girtina binçavan, ceza kirin, bi mirinê re rû bi rûhiştina girtiyên nexweş, rizandina di zindanan de, êrîşên faşîzan, kuştina zarok û ciwanan û hwd. domandin.
Di pêvajoya aştî û çareseriya demokrasî de Imralî-Ocalan serket, dewleta AKPê têkçû.
Vêceee, planê malbatên li Amedê; eger em bi “formulên ezber” li pêşketinan ne nêrin, emê rastiyê bibînin. Em teva dizanin ku tecrîda li Imralî giran e. Li hemberî vê jî, Birêz Ocalan, stratejiyek bi wate û ji dogmatîzmê dûr derxiste holê. Felsefeya siyasetê derxiste pêş.
Hemberî ku, rayedarên netew-dewleta Tirk, bi morfolojiya ziman lîstin û ha ha, “pîroziya dewletê” bi şax û per kirin jî, Ocalan, lîstik dîtin, eniya yekpare û hevbeş ya “pîroziya dewleta Tirk” baş nirxand û di reşahiyê de hêza ronahiyê dît..
Em dirêj nakin; Ocalan karakterê tevahiya modelên netew-dewletê, bi hêza feylesofî û sebra Eyubî vegot; destnîşan kir ku têkiliya vê sîstemê bi demokrasî û modernîtê re nîne. Maşik e, yan jî taşaron e. Got, modernîteya demokratîk!..
Dîse bi heman sebrê û têgihiştinê, bîrdoza xwe di gotinê de nehişt, nivîsî û kûr û fereh kir; bi mînakên hezar salan rastiya modelên netew-dewletê vegotin. Destnîşan kir ku modernîteya demokratîk, ji pozîtivîzm û dogmatîzmê gelekî cûda ye.
Ev dihate wateya ku her cûre “parastina çînayetî”, dikare bibe diranek ji statukoparêzî û diranek ji çerxa netew-dewletê. Lewma, modernîteya demokratîk, gelê demokratîk û siyaseta demokratîk pêşxist û “pîroziya dewleta Tirk” ji hiş û ramanê komên xelkê derxist.
Di encamê de; etîmolojiya gotinên “pîroziya dewleta Tirk” ji holê rabû; ji aliyê din ve, girêdana morfolojîk ya weke “pîrozgehî, dewletşahî, Tirkxanî” têk çû.
Serokwezîrê Tirk Erdogan jî di nav de, bi giştî rayedarên dewleta Tirk, dîtin ku komên xelkê, xeyalên bi gotinan hatine avakirin, hêviyên li ser aktualîte, li ser derewan hatine xurt kirin, êdî qebûl nake. Gel şiyar bûye ûli rastiyê digere.
Ji bo serve jî, “planekî atêşzenî” lazim bû. Li dijî hêviya di nava gelan de xurt û bilind dibe, planek kirin pratîkê. Îmralî, çavkaniya vê hêviya mezin bû. Di her çûna şandeyan de, di her çûna malbatan de, raya giştî mîna ku nefesa xwe bigire, bendeyî dîtin û nirxandinên Birêz Ocalan dima. Ev xeyal û “ayij-î dil / çirîsk-î dil” bû.
Vê serketinê, dilê rayedarên netew-dewleta Tirk jî dax da.
Planek lazim bû. Demeke dirêj bû ku Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, bi gotinên manîdar êrîş dikir. Lê di gotinên wî de armanca “bi kevirekî kuştina du-sê çûkan” hebû. Di hefteya derbasbûyî de jî, planê B û C dikirandin. Wilo xuya dike ku, planên di stratejiya nû de: A, malbatên li Amedê bûn. Berî hilbijartinên Agirî û Norşînê, ev plan kirin pratîkê. Niha jî vî planî ber bi bajarên cûda û ber bi Ewropa di şêqitînin. MHP, CHP û medya jî tevlî planê Erdogan bûn. Eniya ant-î Kurd!..
Platforma ant-î kurd, ant-î PKKê kirin nava haraketê. Di vê eniya li derî exlak, derî insanî derî hiquqî de, her kes bûye şabaşxanê Erdogan. Ha ha, bi bombardumana hedefên stratejîk kar dijwar kirin.
Kesên têne kuştin, kesên têne inkar kirin û tune kirin, kurd in; dîse jî, kurdan gunehkar dikin. Ev siyaseta netew-dewletan e, hêza dewşirmetiyê ye, “kap-i kulu” ye; dliyek Roma ye, aliyek Mogolî ye...
Balkêş e; li vî welatê ku, bi zanista morfolojîk “dewlet pîroz bû”; bedena zarokên kurd bi topan parçe kirin; bedena zarokên kurd bi keleşînkofan kirin serad, li kolanan zarok, ciwan kuştin, li kolanan li darî cîhanê çengê zarokên kurd şikandin, li darî cîhanê bi kevir û qundaxan, bi potînan serê zarokên kurd perçiqandin, bi bombayên gazê zarokên kurd felc kirin, kuştin, kor û lal kirin; li Pozantî destdirêjî li zarokan kurd kirin; waliyên dewleta AKPê amadekarî kirin ku zarokên Kurd, ji malbatan bistînin; bi panzêran zarokên kurd hatin kuştin; bi şewitandina sed hezaran gund de, zarok û malbat bi hev re perîşan û bêzar kirin, teva avêtin devê çerxa asimilayson û dewşirmetiyê.... Bav kuştin zarok sewî hiştin, bav girtin, ceza kirin zarok sêwî hiştin...
Li Rojvayê Kurdistanê, jin û zarok bi hev re, ji aliyê çeteyên Erodgan têne kuştin...
Enformasyon: Teşkîlata Yenîçerî, dewşirmetiya ji zarokên xiristiyanên Balkanan pêk dihat. Osmaniyan di dema dagirkeriyê de, zarokên malbatên Balkanan, ji wan distandinû bi “usula dewşirmetiyê” ji bo leşkeriya xanedaniya Osamanî perwerde dikirin. Saziya ku, bi zarokên dewşirme, dayik û bavên wan didane kuştin, îro jî li ser kar e.
Enformasyon: Artêşa Tirk ya îro jî, li ser bingeha “kap-i kulu- dewşirmetiyê” ye; zarokên gelê kurd û gelê din bi zorê dibine leşkeriyê û dayik û bavên wan, birayên wan bi wan didine kuştin.
Kes û derdorên ku îro wek “dengê hiquqî û însanî” bilind dibin, bi “formulên ezber” li bûyera û pêkhatiyan dinêrin. Şaşiya mezin ev e. Lê dem, paşde venagere.
Serketina Îmralî û têkçûna eniya Erdogan
Di her têkçûna dewleta AKPê de, planekî nû derdikevê holê. Ev plan jî di çarçoveya stratejiya “odeya taybet” de dikevê pratîkê.